Nerazîbûna xelqê Başûrê Kurdistanê li dijî êriş û dagirkeriya dewleta Tirk a li ser xaka Kurdistanê her ku diçe zêde dibe. Li dijî van êrişan welatî daxwaza yekgirtinê li aliyên siyasî yên Kurdî dikin. Şêniyên Herêma Biradostê bi daxuyaniyekê dagirkeriya Tirk li Başûrê Kurdistanê şermezar kirin û diyar kirin ew qebûl nakin dewleta Tirk were li Kurdistanê bi cih bibe û zilmê li wan bike. Di dewama daxuyaniyê de hate gotin ku ew dixwazin li ser axa xwe bi awayekî azad bijîn û gotin: “Em dixwazin li ser axa xwe niştecih bibin. Naxwazin li ser axa xwe zilmê bibînin û mafên me bên binpêkirin. Em weke her milletekî cîhanê ji azadî û serxwebûnê hez dikin. Em dixwazin Kurdistaneke me ya azad û serbixwe hebe, mafên me ne yên binpêkirin.”
Li ser mijarê welatiyên parêzgeha Helebce jî peyivîn û dagirkerî şermezar kirin. Welatiyê bi navê Ebdan Seîd êriş û bombebaranên dewleta Tirk wek binpêkirina sinorên Iraqê bi nav kir û got; ”Dewleta Tirk dixwaze hêza xwe li tevayî Başûrê Kurdistanê bi cih bike. Dixwaze wek serdema Osmaniyan hemû armancên xwe li derveyî sinorên xwe bi cih bîne û dixwaze Musil û Kerkûkê jî dagir bike. “
Li hev bicivin û yekitiya xwe çêkin
Welatiyê bi navê Piştîwan Mihemed jî diyar kir ku desthilatdarên Başûrê Kurdistanê dikarin rolek erênî ji bo pêşîgirtina li êrişan bigrin ser milê xwe û ji bo aştiyê hewl bidin û got; “Lê mixabin li Herêma Kurdistanê serokên me ne ew serok in xema welat bixwin. Bêdengiya hizbên Başûr sedema sereke ya êrişan e. Heya niha me ti helwestek ya serkirdeyên xwe li dijî van êrişên dewleta Tirk û Îranê nedîtiye. Hêvîdarin welatî zextê li aliyên siyasî bikin da ku hizb li hev bicivin û yekitiya xwe çêkin.”
ROJNEWS/HELEBCE