Ev civîn di 03.11.2016`an de hate lidarxistin. Kesên ku beşdarê civînê bûn çar kes ji pêkhateyên Ereb û çar kes jî bi Kurdan pêk hatiye. Kesên Kurdan yên beşdarî civînê bûn Fewaz Zakirî, Ebdilbasit Hemo, Fehîm Şêx, Ebdilbasit Îbo. Ji Ereban jî Fehîm Seba Elî, Selah Xelyun, Yasir Himêdî, Îsmaîl Efeş û Wesîm El-Eşqer bûn.
Di civînê de hatiye nîqaşkirin ku Operasyona Babê wê were destpêkirin. Beriya ku operasyon were destpêkirin, pêwîste hember hêzên demokratik û Kurdan îtîfaqek were çêkirin. Di vê îtîfaqê de hinek kesên Kurd pêwîst e rola xwe ya sereke bilîzin. Her çar kesên ku li ser navê Kurdan tevlî civînê bûne, xuya kirin ku gotine emê heya dawî bi biryara dewleta Tirkiyê re bin.
Propogandayên reşkirinê
Di civînê de biryar hatiye girtin ku li ser navê gelê Suriyê weke reşnîvîsek were amadekirin ku, di reşnîvîsê de wê van tiştan bidin diyarkirin: ʺDerveyê dewleta Tirkiyê tu hêzek azadiya gelê Suriyê naxwaze. Dewleta Suriyê, DAÎŞ û PYD li herêmê komkujiyan pêk tînin. Ev her sê hêz derveyê xwe tu kesî qebul nakin. Bila rê li pêşiya `Artêşa Azad û dewleta Tirkiyê vebikin ku operasyonekê li Minbic, Bab û Reqqayê bikin da ku bikaribin gelê van her sê bajara rizgar bikin. Wê gelê ji terorîzma DAÎŞ, Rejîma Esad û PYD`ê rizgar bikin.” Biryar hatiye girtin ku ev reşnîvîs wê ji Dewletên Yekbûyî yên Emerîka re were rêkirin.
PDK-S xwe mîna alternanatîf nîşan dide
Ev civîn piştî hewildanên dewleta Tirkiyê hate lidarxistin. Ew hewildanên ku digot hêzên me amadene bila tevlî rizgarkirina Reqqayê bibin. Bi vê civînê careke din diyar dibe ku hewildan ew e bidine xuyakirin ev komên çete hember Kurdan nehatine ava kirin, di nav vê komê de Kurd jî hene. Ev yek jî dê rewabûnê bide komên xwe yên çete. Beriya niha gelek caran civîn lidarxistibûn da ku van komên çete alternatîfê QSD`ê bidine xuya kirin. Armanca wan bi vê yekê karibin Rojavayê Kurdistanê û li herêma Şehbade wan çeteyan bikar bînin.ʺ
Kesên ku li ser navê Kurdan tevlî civîna Enqereyê bûne, beriya niha jî tevlî civînên bi vî rengî bûne. Hate zanîn li ser ragihandinan belge hatibûne belav kirin ku; kesê bi navê Ebdilbasid Hemo beriya 5 salan li ser navê PDK`ê li Fransayê civînek bi rayedarên Tirkiyê û Fransayê re lidarxistibû. Piştî civînê rayedarê PDK`ê yê bi navê Ebdilbasid Hemo rapora civînê bi îstîxbarata Suriyê ya Ezmanî re rêkiribû, rapor li Stenbolê bi rêya faksê rêkiriye navenda xwe ya Suriyeyê.
Ev kes serokê Partiya Yekîtiya Kurdistanê bû, di gulana 2013`yan de di bin navê projeya `yekîtiya siyasî` de tevlî PDK-S`ê bû. Niha ev kes li Tirkiyê rudinê û xebatkarekî aktîf yê PDK-S`ê ye.