Hunermend, kurator û galerîst dibe ku nikaribin şerekî rawestînin, lê ew dikarin ji wan kesan re yên ku jê kar dikin, bibêjin, huner li (vê) bazarê venekiriye.
SARAH JILANI*
Komeke ji 280 zanyar, nivîskar û hunermendên pêşeng - di nava wan de Angela Davis û Noam Chomsky jî hene – 21´ê Cotmehê metnekî kampanyayeke boykotkirina sazî, fon û sponzoriya hunerî ya ku dewleta Tirk pişta wan digire, îmze kir; wan ev piştî dagirkeriya dewleta Tirk a li Bakur û Rojhilatê Sûrî kir. Vê dagirkeriyê jî piştî ku bi carekê DYE´yê eskerên xwe vekişandin, dest pê kir. Ev metna hanê li ser esasê bangên boykotkirina sazî û dezgehan a sala 2016´an ava bûye. (Hingê)ev bang bersivek bûn li dijî zextên zêdekirî yên dewleta Tirk li dijî siyasetvan û sivîlên Kurd, û her wiha li dijî akademîsyenên Tirk ên ku doza aştiyê kirin. Lê ev di heman demê de bangeke nû ye weke bersiveke êrişên vê dawiyê yên Tirkiyeyê li Sûrî ku bi xelkê Kurd ê deverê koçber kir û herêma xweser a Rojava xiste tehlûkeyê - konfederasyoneke sala 2012´an hatî damezrandin ku zanyarên navneteweyî weke tecrûbeyeke radîkal a rêveberiya demokratîk bi nav kir.
Çalakiyên hunerî timî tevlîhev û sergêjker bûn bi dewleta netewe re, çi dijber û çi jî bi elaqedarî bêbextiyan bin. Kampanyayên ku banga boykota çandî ya Başûrê Efrîkayê kirin ji salên 1960´î heta salên 1990´î, hayjêhebûneke ji rejîma Apartheidê ava kirin.
Li ser vê modela kampanyaya li dijî Başûrê Efrîkayê tevgera BDS a Filistîniyan a ji bo boykotkirina malên Îsraîlê û hilberînên wê yên hunerî sala 2005´an dest pê kir. Û çalakiyên wê jî - di navê de bangên li stêrkên navneteweyî yên betalkirina performansan jî hebûn - ji bo bala çapemenî û rayagiştî bibe ser zilma li Filistîniyan bibe, bûn.
Boykot kirineke siyasî ya piştgiriyê ye
Li aliyê din înîsiyatîfên hunerî dikarin gelek gunehên cihêreng jê bibin. Hakan Sandal li ser tevgera queer a Kurd li Zanîngeha Cambridgeê lêkolînan dike. Ew êrişa dewleta Tirk a li bakurê Sûrî bi dîrokeke dirêj a tepisandinê ve girê dide. Sandal ji min re dibêje, bi “zelûlkirin û manîpulekirina rastiyê” înîsiyatîfên hunerî yên bi destê dewleta Tirk berê xelkê ji ser vê şidetê dide aliyên din. Ew wiha dewam dike: “Weke şopandina doza edaleta ji bo Kurdan, mirov bi niyeta li pişt van çalakiyên hunerî (yên bi destê dewletê) zanibe û çalakiyên dewleta Tirk sponzorê wan e, kirinên siyasî yên piştgiriyê ne.”
Ji bo galeriyên navneteweyî û hunermendan lazim e ku ji bo protestokirina rewşên neexlaqî beşdariya xwe ya li çalakiyên hunerî betal bikin, ev yek ji bo piştgiriyê jî lazim e. Cihana huner a roja me ya îro, dikare gelekî ji sînoran bibihure. Di vê yekê de dewra çavkaniyên pere yên ji sînoran û wê de heye. Ev çavkanî pirreng in - û gelek caran jî kujer in. Hunermendekî li Tirkiyeyê ji dayik bûye, niha li Amsterdamê dimîne, û dixwaze navê wî neyê eşkerekirin, dibêje “Şiyana boykotên çandî ya ku balê dikare bibe ser têkiliyên ji nêz ve yên dewletê û wan şirketên di şer de hevkarê sûc in, gelekî bi qîmet e. Divê em bêhtir bi hev ve girêdayî bifikirin. Beşdarên navneteweyî yên vê boykotê divê her wiha ji hikûmetên xwe jî hesab bipirsin; ji ber vê yekê kirinên weke yên [Hito] Steyerl evqasî girîng in.”
(Hito) Steyerlê 26´ê Cotmehê li Berlînê performanseke protestoyê kir. Hingê wê bang li sazî û dezgehên Elman kir ku êdî hunerê wê ji bo dîplomasioya çandî nikar neyîne. Wê got, “Ez êdî ofbûme ku hunerê min tê bikaranîn ji bo ku balê ji ser lihevkirinên dewleta Elman ên ji bo jicihûwarkirin, qirkirina etnîk û şerî.” Elmanyayê di 8 mehên pêşî yên 2019´an bi tenê de bi buhayê 277 milyon dolarî sîleh firotine Tirkiyeyê. Çawa ku Steyerlê jî îşaret pê kir, her boykota çandî ya Tirkiyeyê bi destê cihana navneteweyî ya hunerî divê her wiha her elaqeya muhtemel (a hunerî) bi pîşesaziya sîlehan a global re red bike.
Nexasim sponzorên sîlehçêker nas bikin
Saziyên hunerî yên navneteweyî dikarin li wan şirket, rêxistin û ferdên li Tirkiyeyê dibin sponzorên pêşangeh û festîvalan binihêrin, ka gelo ti elaqeya wan a yekser û ne yekser heye bi çêkirina sîlehan, teknolojiya wan û xizmetên neqliyata wan re. Navê holdîngan ji ber sedemkê wisa ye: zehmet e mirov şopa wan bibîne li nav gelek karên ew pê radibin. Lê belê tîcareta sîlehan û tevahiya pîşesaziya li derdora wê di nava sektora hunerî de nisbî xuya ne hem li Tirkiyeyê û hem jî jê û wê de. Weke nimûne, sponzorê Festîvala Filman a Stenbolê Koç Holding li Tirkiyeyê weke xwudanekî navdar ê huner tê nasîn; ew di heman demê de xwediyê Otokarê ye ku tank û maşînên zirxî ji artêşa Tirk re hildiberîne.
Di heman demê de neqliyata fermî ya mezintirîn fuara huner a navneteweyî ya li Tirkiyeyê Contemporary Istanbulê, Rêyên Hewayî ya Tirk e. Şirketa ku bi ser wê ye ya bi navê Turkish Technic balefirên eskerî yên Tirk tamîr dike. Gava girêdanên aborî yên bi vî rengî dikevin ber awirên lêkolîner, hingê bi refleksan bersiva wan didin; serokê fuara Contemporary Istanbulê, Ali Gureli, hîna nû bi e-maileke weke siyaseta dewletê bang li mêvanên fuarê û çapemeniyê kir da ku bi “nûçeyên çêkirî” yên li ser êrişa dewleta Tirk nexapin.
Boykot divê xwe bigihîne tûrîzmê jî
Jala Wahid hunermendeke kelepora Kurdî ye li Londonê. Ew faktora aborî weke helwêsteke bi tesîr ji bo cihana huner a navneteweyî dinirxîne: “Boykotkirina saziyên hunerî yên hikûmet wan fînanse dikin ji bo acizkirina aboriya Tirkiyeyê heyatî ne, lê ferz e ku boykot her weha heta bi tûrîzmê jî biçe; mezinbûna aboriya Tirkiyeyê her diçe bêhtir girêdayî tûrîzmê dibe.” Ev yek nexasim muhim e, ji ber ku gava mirov hemû înîsiyatîfên hunerî yên ji Tirkiyeya gelek etnîsîte lê hene, boykot bike, ev dikare zirareke ne bi niyeta xirab jî bike. Hunermendê li amsterdamê yê dixwaze anonîm bimîne, dibêje, “Aktorên rojavayê yên beşdarî boykotê dibin, divê dengên ji cografyaya şer tesîrê lê dike, derxin pêş. Ev heyatî ye ku hunermendên Kurd û Tirk ên ku li Tirkiyeyê ne, eşkere li dijî dewletê li ber xwe didin, nekevin ber tecrîda navneteweyî.”
Huner li bazarê venekiriye
Bi vê perspektîfa xwe berdide nav meseleyê divê boykotên çandî bên kirin, helbet heger dixwazin tesîrker bin. Û heger cîhana huner a navneteweyî sîstematîk bifikire û li gelek astan bi hev re kar bike - ji kontrolkirina paşxana şirketên sponzorên çalakiyên wan in heta bi destekkirina hunermendên cihî ji bo ku rêûresmên berjewendiyên eskerî red bikin - ew dikarin karê şuştina bi huner xira bikin. Sandal wisa bawer dike ku “Boykoteke rêxistinkirî peyameke xurt dişîne ji hikûmeta Tirk re, ji hevkarên wê, raye giştî û xelkê re ku ji bo demokrasiyê têdikoşe. Peyameke ku ne tenê doza edaletê dike, lê bi awayekî çalak wê ferz dike.” Hunermend, kurator, organîzatorên fuaran û galerîst dibe ku nikaribin şerî rawestînin, lê ew dikarin ji wan kesan re yên ku jê kar dikin, bibêjin, huner li bazarên wan venekiriye.
* Sarah Jilani nivîskareke serbest a çandê ye ku nivîsên wê di The Economist, Aesthetica Magazine û Times Literary Supplement de hatine weşandin. Ew doktoraya xwe dike li ser mijara wêjeyên postkolonya li Zanîngeha Cambridgeê. Ev nivîsa wê di kovara Frieze de 12´ê Mijdarê bi ingilîzî derçûye.