Jineke ciwan, dayik û xwîşka wê, ji ber dijwariya şer ji bajarê Dêrezorê reviyan û hewl dan derbasî herêmên di bin serweriya QSD`ê de bibin, lê çeteyan tevî hewildanên wan ên bê navber jî, nedihiştin ew xwe xilas bikin. Hersê jinan ji bo ya xwe bi ser bixin û ji tirsa çeteyan 3 kîlometreyan li ser çongan meşiyan heta ku xwe gihandin şervanên QSDʹê.

Di dema êrîşên çeteyên DAIŞ`ê yên li dijî gundê El-Menzel a 25 km li bakurê Reqayê de, çeteyan nêzî 200 sivîlî wek mertalên mirovî bi kar anîn da ku fişarê bidin ser Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) ji bo ku cihên xwe berdin. Lê piştî daxwaza çeteyan hat pûçkirin, çeteyan 7 sivîl hedef girtin û ew qetil kirin û hinên din jî birîndar kirin. Di van kêliyan de sê jin ku dayik û du xwîşk in, xwe ji pencên çeteyan xelas kir û karîbûn bi zor û zehmetî xwe bigihînin herêmên ewle.

Dema serdana Berdevka Fermî ya YPJ`ê Nesrîn Ebdullah ji herêmê re, yek ji jinên ku xwe ji çeteyên DAIŞ`ê rizgar kiriye, serpêhatiya xwe ya heta xwe gihandî herêmên QSDʹê vegot.

Jina 29 salî diyar kir ku piştî ku şer li bajarê Dêrezorê dijwar bû ew, xwişk û dayika wê, wan berê xwe da bajarê Reqayê da ku piştre derbasî herêmên di bin serweriya QSD`ê de bibin, lê çeteyan rê nedaye wan.

'Çeteyan em kirin mertalên zindî'

Jina ku nexwest navê xwe eşkere bike, li ser bûyerê got, ʺDi çend mehan de em li bajarê Reqayê bûn, em pirr caran rastî zilm û zordariya çeteyên DAIŞ`ê hatin, me gelek caran hewl da em ji bajêr birevin, lê çete bi me dihisiyan û nedihiştin em derkevin. Çeteyan em wekî mertalên zindî ji bo parastina xwe bi kar dianîn.ʺ

Jina navbirî, wiha dirêjî da axaftina xwe:  ʺÇeteyan nehişt em derkevin, lê şevê din em bi gelek şêniyan re li gundê El-Mişêrfe kom kirin û em ber bi xalên hêzên QSD´ê ve birin, dema em nêzî xalên QSD´ê bûn, çeteyan ji paş sivîlan ve êrîş kir û hewl da xalên leşkerî têkin bin serweriya xwe û di encamê de şerê dijwar di navbera herdu aliyan de qewimî. Di dema şer de me hewl da em xwe bigihînin herêmên QSDʹê, lê çeteyan nehişt kes derbas bibe, heta ku me keysa xwe li revê anî. Dema em ji cihê şer reviyan, ji bo ku çete me nebînin û me qetil nekin, ji ber ku çeteyan 7 kes li ber çavên me qetil kirin, em 3 kîlometreyan li ser congan meşiyan heta ku em gihan herêmên QSDʹê.ʺ

'QSD´ê em derman kirin'

Di dawiya axaftina xwe de jî jina navbirî wiha peyivî: ʺMe xwe di maleke xirabe de veşart heta ku şer sivik bû, piştre dîsa em li ser çongan çûn heta ku em gihiştin xalên hêzên QSD´ê, wan jî yekser ez, dayik û xwişka min anîn navendeke tenduristiya demkî û em derman kirin.ʺ

Jinê malavahiya QSD´ê kir ku ew ji zilma çeteyan rizgar kirine û wiha dawî li gotinên xwe anî: ʺRast e me dirêj kir heta em gihştin herêmên QSDʹê lê, wiha niha em wekî em nû jidayik bûne.ʺ

Berdevka Fermî ya YPJ`ê Nesrîn Ebdullah jî ji jina navbirî re axivî û soz da ku ew ê heta rizgarkirina hemû jinan ji zilma komên çete têkoşînê bidomînin. 


ANHA / REQA