Dewleta Tirk bi armanca guhertina rêya herikîna ava Dîclê bendeke ji axê li nêzî gundê Eyn Dîwerê çêkir. Ji nîvê meha Mijdara par ve xendekekê li kêleka gundê Eyn Dîwerê dikole. Dewleta Tirk bi vê yekê dixwaze herikîna Çemê Dicle biguherîne û ber bi Xaka Rojava ve bişîne. Li gor agahiyên şêniyan bi vê yekê re dê zêdeyî hezar donim ji zeviyên çandiniyê bikevin bin avê. Bi awayekî balkêş desthilatdarên Tirkiyeyê berî sê rojan bendek ji axê li ber ava Dîcleyê ava kir.
Li gorî şêniyan, ev benda ji axê dê rêya herikîna ava çem biguhere, bi vê yekê jî dê rûbera herikîna avê ber bi xaka Rojava ve were û zeviyên cotkaran wê di bin avê de bimînin. Ev rewş gefan li pira dîrokî ya Bafedê jî dixwe.
DÊRIK