Lîstikek din a nû ji aliyê şanogerên Şanoya Bajar a Amedê ve hat amadekirin. Navê Lîstikê “Xewna Şevek Havînê” ye û bi kurdî ye.

Derhêneriya ”Xewna Şeveke Havînê” Ferhad Feqî kiriye.

Lîstik ji komeke lîstikvan a ji 14 kesan pêk tê. Temaşa pêşîn a lîstikê li Salona Şanoya Bajêr a Amedê ku li Navenda Dan û Sitendinê ya Galeriya hat kirin. Hevşaredara Sûrê Fîlîz Buluttekîn û gelek şanohez beşdar bûn. Derhênerê lîstikê Ferhad Feqî jî bi temaşevanan re li lîstikê temaşe kir.

Lîstik evîn û komedî ye.Lîstik ji du perdeyan pêk tê û saetek û 40 deqîqe didome.

 

AMED