Li Herêma Xweser a Moxolistana Navîn a li bakurê Çînê, li nava erdên fireh û çolên zuwa beriya bi hezar salî çandeke dewlemend hebûye. Qet nebe resmên di mezelên nêzî gundê Zizzazz ê li Çola Badayn Caranê dikin ku arkeiolog wisa bihizirin. Ev mezel û resmên li ser wan bi destê miletê bi navê Xîtan hatine çêkirin. Ev miletekî koçer bûye.
Li gorî agahiyên meqamên fermî, ev mezelên hanê di serdema Xanedana Liao (ji 907´an heta 1125´an) hatine çêkirin. Xîtaniyên ku bi eslê xwe ji herêma Ksiyanbeyê ew çêkirine. Ev miletê hanê beriya bibe xanedan, di qeydiyên dîrokî de heta bi sedsala 4´an de jî behsa wî hatiye kirin. Heta bi 388´ê jî ew weke beşek ji eşra mezin a Kumo Ksî bûn. Hingê Weyên bakur zora Kumo Ksiyan bir û Xîtanî jî ji wan veqetiyan û nasnameya xwe ya eşîrî û paşê jî xanedanî ya xwe xwe bi xwe rûnandin. Resmên li ser dîwarên mezelan ên hatine dîtin, 6 metroyên bi çarçik in. Di van resman de awayê jiyana xelkê hatiye xêzkirin: yên ji xwe re li muzîkê dixin, yên xwarinê çêdikin, yên porê kur dikin. Ev xanedana hanê sala 1219´an bi hevkariya Goryeoyî û Moxolan ji holê tên rakirin
NAVENDA NÛÇEYAN