Dayika Hevserokê Giştî yê DBP’ê yê girtî, Mehmet Arslan, Ayşe Arslan  ji nexweşxaneyê bi sedyeyê hat wergirtin û wê dengê xwe bi kar anî. Hevseroka KCD’ê Leyla Guven a girtî jî li Girtîgeha Tîpa E ya Amedê dengê xwe bi kar anî.

Dayika Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (DBP) yê li Girtîgeha Girtî ya Kalkandere ya Rizeyê girtî, Mehmet Arslan, Ayşe Arslan ji nexweşxaneyê bi sedyeyê hat wergirtin û dengê xwe bi kar anî. Ayşe Arslanê diyar kir ku ew hêvî dike ku ev hilbijartin bibe sedema aştiyê û serbestberdana girtiyên siyasî.

Her tişt wê baş bibe

Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven jî li Girtîgeha Tîpa E ya Amedê ku lê girtî ye, dengê xwe bi kar anî.

Guven, li ser hesabê xwe yê twitterê got, “Her kes bila biçe ser sindoqan. Min li girtîgehê dengê xwe bi kar anî. Ez hêvî dikim ku dê her tişt baş derbas bibe. Ji bîr nekin her tişt bi dengê we wê bê guhertin. Teqez li sindoqan xwedî derkevin.” n EDENE/AMED