Li gorî nûçegihanên ANHA’yê ragihandine êrîşên topbarandina çeteyên El-Nusra û Ehrar El-Şam li dijî taxa Şêxmeqsûd didomînin û şervanên Yekîneyên Parastina Gel û Yekîneyên Parastina Jinê bersivê didin cihê ku top jê tên avêtin. Doh di encama topên çeteyan de 13 şêniyên taxê birîndar bûn, birînên piraniya birîndaran giran in. Di topbaranê de ku 28’ê Cotmehê destpê kir û heta niha di nav de 3 jê zarok, 4 şêniyên taxê jiyana xwe jidest dane, 76 kes jî birîndar bûn di nava wan de 14 zarok û 7 jin hene. Hin ji birîndaran rewşa wan giran e. Kesên jiyana xwe jidest dayî ev in: Zarokê bi navê Beşar Mûsa (12), Zaroka bi navê Beyan Ilêwî (2), Zarokê bi navê Ehmed Eseed Hemada (15) û Selam Hac Ehmed (31).
Li Efrînê êrîş bê bersiv neman
Komên çeteyan El-Nusra û Ehrar El-Şam êrîşên xwe yên li dijî gundê Efrînê Bênê dewam dikin.
Li gorî nûçegîhanên ANHA’yê ragîhandî Hêzên Sûriyeya Demokratîk doh serê sibê bi tundî bersiv da êrîşên çeteyan, şideta êrîşan hinekî kêm bû. Çeteyên ku xwe bi taybet li gundê Dêr Cemalê kom dikin, êrîşî ser gundê Bêne dikin. Çete li nêzî bajarê Ezazê û Çiyayê Semaanê jî xwe komî ser hev dikin. Çeteyên li wir derbarê êrîşên li dijî Efrînê de li hev kirî, ji 29’ê Mijdarê ve êrîşî herêmê dikin. Di 1’ê Kanûnê de jî çeteyan balafireke keşfê şand û li ser gundê Bênê û herêma derdorê gerand. Şêniyên gundê Bênê yê Efrînê ji Hêzên Sûriyeya Dermokatîk xwestin ku gundê wan û herêma derdorê ji çeteyan paqij bikin da ku êrîşên çeteyan werin sekinandin.
ANHA/HALEB/EFRÎN