FADIL DONMA / HILDESHEIM
Aktîvîsta LGBTIQ û rojnamegera lêpirsîner Rosida Koyuncu berê di hepsa Amedê de bû; wî li ser tecrûbeya xwe ya hepsê kîtêba “Voltaçerx, di girtîgehê de LGBTIQ bûn” nivîsîbû. Li bajarê Elmanyayê Hildesheimê wê ev kitêba xwe da nasîn.
Li HAWK´ê (Hochschule für angewandte Wissenschaft und Kunst) ji bo danasîna kitêbê podyûmek hata amdekirin. Rosida Koyuncu teqîbên edlî bûye penaber.
Sozdar Koçer moderatoriya podyûmê kir. Pêşî li kurtefilma bi navê “Kurneqîz” hat temaşekirin ku berhema Rosidayê ye.
Rosidayê behsa dema di girtîgehê de û hereketa LGBTIQ li Kurdistanê û rewşa kesayetên LGBTIQ di hepsên dewleta Tirk de kir. Rosida got, “Hevalên me yên di hepsê de gotin, tu Kurd î, Kurdistanî yî, lê tu çima dibêjî ez Homosexuel im? Ji min re di gotin veşêre! Min jî ji wan re got, kengî hûn bibêjin, ez ne Kurd im, ez jî heman demê de bibêjim. Min got, tu ji bo nasnameyekê şer dikî, lê ez ji bo 2 nasnameyan şer dikim.”
Tirkiyeyê û malên Tirkî boykot bikin
Rosîdayê ji bo Rojava jî peyivî û got, “Rojava ji me re xeyalek e, di nava vê şoreşê de em jî cihê xwe digirin, lê dewleta Tirk endama NATO´yê ye û erişên dagirkeriyê kirin. Haya NATO, Yekîtîya Ewrûpa, DYE û Neteweyên Yebûyî (UN) ji vê heye û çekên xwe difroşin dewleta Tirk. Kuştin û qetliamê li dijî Kurdan, ne tenê yên Erdogan û dewleta Tirk in, ew yên haya wan jê heyî ye jî. Divê em vê li her derê bînin Ziman û neqebûlkirin û nerazîbûna xwe nîşan bidin.”
Yılmaz Kaba jî bal kişand ser boykot kirina berhemên Tirkan û got, “Xwarin û vexwarinên Tirkan divê êdî di malan de neyên dîtin û bi taybetî rêzefilmên wan û kanalên Televîzyonê bên boykotkirin.” Wî her wiha doza boykotkirina tûrîzma Tirk û Rêyên Hewayî yên Tirk jî kir.