HPG’ê ragihand ku li herêmên Şemzînan, Gever û Çelê serweriya gerilayan dewam dike û di encama çalakiyên gerîlayan de li navçeya Colemêrgê Çelê 13 leşker hatine kuştin. HPG da zanîn ku gerîlayekî jî jiyana xwe ji dest daye.
Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê (HPG-BÎM) encamên çalakiyên gerîlayan yên du rojên dawî bi daxuyaniyeke eşkere kir. HPG di daxuyaniyê de der barê şerê ku di 27´ê Îlonê de li Geliyê Zap ya Çelê rû dan agahî dan û weha got: "Di saet 02:40’an de li dijî leşkerên dijmin yên xwestine ber bi Girê Helwesîs ve biçin gêrîlayên me çalakiyek lidarxistine. Di encama vê çalakiyê de 4 leşker hatine kuştin." HPG diyar kir ku li dijî yekîneyeke din a leşkeran jî gerîlayan çalakî lidarxistine û di vê çalakiyê de jî 4 leşker hatine kuştin.

Ji sê milan çalakî

Di daxuyaniyê de hate ziman ku gerîlayan ji 3 milan çalakiyeke din jî lidarxistine û ev agahî hate dayîn: "Li dijî yekîneyên dijmin yên di danê sibê de li herêmê xwestiye belav bibe, ji 3 baskan ve çalakî hatine li darxistin û dijmin li şûna xwe tengavbûye. Şer û pevçûn heta danê êvarî berdewam kiriye û encamê de 5 leşker hatine kuştin. Di van şer û pevçûnan de yên ber biçav hatine dîtin, bi giştî 13 leşker hatine kuştin, ji 10'an zêdetir leşker jî birîndarbûne." HPG da zanîn ku dema helîkopter xwestiye leşkeran deyne herêmê jî gerîlayan lê xistiye û helîkopterek darbe xwariye. 


Li herêmê bombebaran

HPG´ê diyar kir ku herêmên Gundên Guzereşê, Mezrê, Tixubê, Zawîtê û Tiyarêyên yên bi ser Geliyê Zapê jî bi balefirên şer, helîkopterên kobrayan, hewan û obusan bi dijwarî hatiye bombebarankirin. Li gorî daxuyaniyê di encama bombebaranan de gelek zevî û rezên gundiyan zirar dîtiye herwiha hin wesayit jî derbe xwarine, xetên ceryanê yên diçe gundan hatiye qutkirin.
HPG ragihand ku di şer de gerîlayekî jiyana xwe ji dest daye, lê wê nasnameya wî paşê were eşkerekirin.

Li dijî qereqola Rûbarokê çalakî

HPG diyar kir ku di 27'ê Îlonê de jî li dijî qereqola Rûbaroka Şemzînanê gerîlayan çalakiyek lidarxistine, bi bandor li hemû baregehên leşkeran xistine, lê hêjmara kuştî û birîndarên artêşa Tirk nehatiye zelalkirin. HPG diyar kir ku  piştî çalakiyê Çiyayê Govendê ji aliyê artêşa tirk ve bi hewan û obusan bêser û ber hatiye bombekirin.
 
Bi 2 hezar leşkerî operasyon

HPG da zanîn ku di heman rojê de li Çiyayê Govendê artêşa Tirk bi tevli bûna 2 hezar leşker û 200 cerdevanî operasyonek lidarxistiye û Di heman rojê de bi 50 wesayitan ji Geverê ber bi qereqola Sinewayê alavên leşkerî û cebilxane hatiye veguheztin.
Her weha HPG diyar kir ku di 27'ê Îlonê de jî li nêzî herêma Oramara Geverê helîkopterên kobra Girê Şehîd Gafûr bombebaran kirine. Di 28'ê Îlonê de jî Çiyayê Çarçelayê ji aliyê leşkerên qereqola Şitazinê ve bi hewan û obusan hatiye bombekirin.”

Li Şirnexê 3 leşker hatin kuştin

Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG ê der barê Tevgera Şoreşgerî ya Şehîd Adil û Şehîd Nûda ya li Botanê hatiye destpêkirin de agahî da û diyar kir ku 27´ê Îlonê  saet  di 09.00 an de li navçeya Qilabana Şirnexê di navbera Gundên Elemûn û Arûşê de li dijî karwaneke leşkerî gerîlayan çalakiyek  lidarxistin û wiha hat gotin; “Di encama vê çalakiyê de 2 leşker hatiye kuştin, 10 leşker jî birîndar bûye. Piştî çalakiyê rê ji aliyê dijmin ve li çûn û hatinê hatiye qedexekirin. Herweha cihê çalakiyê û derdora wê ji aliyê artêşa dagirker a tirk ve bê ser û ber bi hewan û obusan hatiye bombekirin. Di encama vê bombebaranê de şewata li daristanan destpêkiribû hîn jî berdewam dike.”
HPG her weha da zanîn ku di 26´ê Îlonê de jî li Şirnexê li dijî wesayiteke 3 çawuşên pispor tê de bûn çalakiyek hatiye lidarxistin û di encama de çawuşeke pispor hatiye kuştin, 2 çawuşê pispor jî birîndar bûne.

Li Çewlikê operasyon

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di 27´ê Îlonê de jî di saet 04.00 an de li bajaroka Ilicalar a bi ser Çewlikê li dijî herêma Şehîd Serxwebûnê ji aliyê artêşa  tirk ve bi piştgiriya helîkopterên kobrayan operasyonek hatiye destpêkirin. HPG da zanîn ku operaysona li herêmê bi yekîneyên veşartî li derdora herêmên Şîrnan, Hop û Şehîd Rojger berdewam dike.

Li Şaxê çalakiya YJA STAR´ê

Li gorî daxuyaniya Navenda Çapemeniya YJA STAR ê, di 27 ê Îlonê de di demjimêr 18.20 an de gêrîlayên YJA STAR ê li dijî çeper û xwaringeha qereqola Tingê ya li navçeya Şaxa Wanê çalayek pêkanî. YJA STAR ê ragihand ku, di encama çalakiyê de şewat derket lê belê di derbarê hêjmara mirî û birîndaran de agahiyên zelal nehatine girtin. Piştî çalakiyê herêm ji aliyê hewan û obîsan ve hate bombebaran kirin.

Li Qendîlê êrîşa hewayî
Ji aliyê din ve li Herêmên Parastinê yê Medyayê balefirên şer yên artêşa Tirk herêma Qendîl ya di bin kontrola gêrîlayan de bombebaran kir. Li gorî agahiyên çavkaniyên herêmî, balefirên şer yên artêşa Tirk li gorî seata herêmî 28´ê Îlonê seat di 11.45 an de bi taybet li ser herêmên Zap û Kurê Jaro firiyan û di seat 14.30´an de herêma Qendîl bombebaran kirin. Di derbarê encamên bombebaranê de agahî nehatin girtin. 

ANF/BEHDÎNAN




Nasnameya gerîlayekî hate eşkerekirin

Nasnameya gerîlayê li Çewlikê jiyana xwe ji dest aşkere bû.
Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG ê bi daxuyaniyekê nasnameya gerîlayê HPG ê yê di 21 ê Îlonê de li Herêma Şehîd Serxwebûn a Çewlikê jiyana xwe ji dest da aşkere kir.
Di daxuyaniyê de hat gotin: “Li bajaroka İlicalara Çewlikê li dijî herêmên Şehîd Serxwebûn û Terkanê bi tevlêbûna 10 hezar leşkerî operasyonek hatibû lidarxistin. Di 21´ê îlonê de ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyek hatibû lidarxistin. Piştî çalakiyê pevçûneke demkurt qewimîbû û rêhevalekî me ji yekîneya xwe qut bûbû. Şehadeta rêhevalê me yê ji yekîneya xwe qut bibû ji aliyê me ve hate zelalkirin.”
Hat diyarkirin ku nasnameya gerîlayê jiyana xwe ji dest daye, Ferman Şalci, bi nasnavê Sîpan Çirav e û li navçeya Dihê ya Sêrtê ji dayîk bûye.