Piştî ku dewleta Tirk deriyê bi dehan saziyên zimanê Kurdî mohr kirin, civak ket nav lêgerînên nû û li ser înternetê kursên zimanê Kurdî dan destpêkirin. Cîhad Îlbaş ê demekê di Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê de perwerde dida, dê xebatên xwe yên ziman li ser Kurdili.Netê berdewam bike û perwerdeya online bide. Di serî de Enstîtûya Kurdî ya Stenbolê, KURDÎ-DER û bi dehan saziyên Kurdî ji hêla hikumeta şer a AKP’ê ve hatibûn mohrkirin. Mamosteyê Kurdî Cîhad Îlbaş bi qasî 5 salan di Komeleya Lêkolînên Zimanê Kurdî-Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê de perwerde daye û bi Omer Altaş re derhêneriya belgefîlma ‘Navê Te Çi Ye’ jî kiriye.


Naveroka kursê

Di metna danasîna kursê de ku dê 8 hefteyan berdewam bike, wiha tê gotin: “Dê der barê Kurdî de agahiyeke giştî bê dayîn; alfabe, hevnasîn, rewşa hev pirsîn, karên kesan, welatên wan, temen, pîşe, der barê malbata xwe de agahî dayîn, hejmar, reng, meh, saet, roj, alav, çalakiyên rojane, muzîk, sînema, şano, çalakiyên çand û hunerê, werzîş û der barê danûnstandinê de jî nîqaş bên kirin.


Meşandina xebatan

Dersa yekemîn dê di 6’ê nîsanê roja pêncşemê bê dayîn. Dê li ser Facebookê komeke taybet bê avakirin û bi rêya weşana zindî perwerde bê dayîn. Çalakvanê ku berdêla kursê li ser hesabê bankayê razîne dê beşdarî koma Facebookê bibe. Hateya ji van kursan jî dê ji bo platformeke berfirehtir bê xerckirin. n NAVENDA NÛÇEYAN