Li bajarokê Qesrê yê ser bi Çomanê, ciwanan di çarçoveya çalakiyên Navenda Rewşenbîrî ya Qesrê, naveroka çend pirtûkên fikrî nîqaş kir.

Li Hola Navenda Rewşenbîrî ya bajaroka Qesrê ya ser bi Çoman a ser bi Hewlêrê, hejmarek ciwan li ser çend pirtûkên fikrî gotûbêj kirin. Di nava wan pirtûkan de pirtûka ‘Jiyana min timî şer bû’ ya şoreşgera Kurd Sakîne Cansiz (Sara) jî hebû.

Yek ji endamên Desteya Rêveberiya Navenda Rewşenbîrî ya Qesrê, Kerkûk Ehmed got, “Ji bo vê rûniştê me gazî dostên pirtûkan kir da ku pirtûkeke xwendine bînin û şirove bikin. Yan jî weke mêvan beşdar bibin û sûdê ji nirxandinê bigirin. Her yek ji xwendekaran fikrên cuda gotin.”

Li gorî Kerkûk Ehmed çalakiyên wiha di warê rewşenbîrî de gelek ximzetê dikin: “Beriya vekirina navendê cihek nebû ciwan û xwendekar hevdu bibînin. Navenda me serbixwe ye û ji partî û aliyan dûr e. Gotûbêj li ser rewş û guhertinên civakî tên kirin.”

Navenda Rewşenbîrî ya Qesrê di 1’ê Adara 2019’an de ji aliyê hejmarek ciwanên xwebexş ve hatiye vekirin. Heta niha navendê çend çalakiyên jîngehî, wêjeyî, hunerî û çandî lidarxistine.

 

ROJNEWS/ÇOMAN