Ambargoya ku rêveberiya Hewlêrê daniye ser Wargeha Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) sed roj in dewam dike. Endamê Komîteya Karên Derve yê Mexmûre Bêwar Unver diyar kir ku ji ber ambargoyê şêniyên wargehê gelek zehmetiyan dikişînin û bang li civaka navneteweyî û gelê Kurd kir ku xwedî li Mexmûrê derkevin.

Unver wiha got: “Tevî hewildanên me hemûyan jî rayedarên Hikûmeta Herêma Kurdistanê bersiva me nedane. Ambargo di roja 100’emîn de ye. Gelek kar û barên me di aliyê xizmetguzariyê de girêdayî Hikûmeta Herêma Kurdistanê ye. Ji wê rojê heya niha rayedar û berpirsên Hikûmetê bersiva me nedane.” 

 

 MEXMÛR