Meşa meşaleyî ku ji aliyê Tevgera Jinên Ciwan ve hate lidarxistin de, alên Tevgera Jinên Ciwan, YPG/YPJ'ê hate hildan û dirûşmên "Bijî Berxwedana Kobanê", "Bijî Serok Apo", "Bijî Berxwedana Bakur" hate berzkirin.

Kobanêyiyên xwe gihandin girê Miştenûrê, ji bo bîranîna şervanên azadiyê yên di şerê azadiyê de jiyana xwe ji dest dan, bi rêzdarî bibîr anîn. Piştî deqeyeke rêzgirtinê li ser navê Tevgera Jinên Ciwan Jînda Remo axivî.


‘Kobanê ji bo Bakur seferber bibe’

Remo diyar kir, ew bi saya ruhê fedaî yê şervanên YPG û YPJ'ê gihaştine van rojan.

Remo di dewama axaftina xwe de bal kişand ser berxwedana xwerêveberiyan a li Bakurê Kurdistanê û got, gelê Bakûrê Kurdistanê bi tenê nîne, çawa ku gelê Bakur ji bo Kobanê seferber bû, gelê Kobanê jî wê ji bo Bakur seferber bibe.

Pişt re Kobaniyan li ser Girê Miştenûrê agir dadan û li derdora agir govend gerandin. 

Berxwedana li Kobanê ya li dijî çeteyên DAIŞ'ê û nokerên wan, di 26'ê Çileya 2015'an de bi azadbûna bajêr re gihaşt encamê. 


 KOBANÊ