Mehmûd, berxwedana Yekîneyên Prastina Gel (YPG) ya Serêkaniyê û Qestelcindo bibîrxist û eşkere kir ku YPG’ê dikare hemû herêmên Rojavayê Kurdistanê biparêze. Mehmûd, bal kişand ser peyama Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan a di Newroza Amedê de hate xwendin. Mehmûd, destnîşan kir ku gelê Rojava bi felsefeya Ocalan bûye xwediyê rêveberiya xwe ya xweser.
Mehmûd, da zanîn ku PYD’ê girêdayî biryarên Desteya Bilind a Kurd û dê li gorî wê tevbigere û got:" Em ji destpêkê ve girêdayî biryarên Desteya Bilind in, lê hinek partiyên weke Azadî û partiyên Yekîtiya Siyasî xebatên Desteya Bilind asteng dikin. Biryarên derbarê Rojavayê Kurdistanê dê li Qamişlo bêne standin û ne li Hewlêrê ne."
KOBANÊ