Li Meclîsa Parlamenteran a Konseya Ewropayê (MPKE), li ser rêveçûna heyî ya Tirkiyeyê, bi beşdariya Serokê berê yê Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) dadger Jean-Paûl Costa, dadgerê berê yê DMME yê ji Tirkiyeyê Riza Turmen û Parlamenterê HDP’ê yê Mêrdînê Mîthat Sancar panelek hate lidarxistin. Panel bi sernavê “Dîktatorek tê afirandin, ya jî demokrasî tê xurtkirin” pêk hat.

Panela ku ji aliyê Koma Yekîtiya Çep a MPKE ve hate organîzekirin, gelekî bal kişand. Panel ji aliyê Parlamenterê HDP’ê yê Îzmîrê Ertûgrûl Kurkçu ve hat birêvebirin.

Hiqûqnas û dadger Jean-Paûl Costa da xuyakirin, ku di guhertina destûra bingehîn a Tirkiyeyê de beşa mezin a hêzên rêveberî, qanûndanîn û dadgerî di destê şexsekî de kom dibe û got, “Ev yek cihê tirs û fikaran e.” Costa destnîşan kir, ku welatên di mijara azadî û mafên bingehîn de bi berpirsyariya endametiya Konseya Ewropayê ranabin, divê bên hişyarkirin.

Parlamenterê HDP’ê yê Mêrdînê Mîthat Sancar jî rexne kir ku di civînên giştî yên vê hefteyê yên li MPKE de rewşa li Tirkiyeyê nehatiye nirxandin.

Qisekerê din ê panelê Riza Turmen jî diyar kir, ragihandina Rewşa Awarte piştî 15’ê Tîrmehê, li dijî hewldaneke darbeyê ya gefê li hebûna neteweyekê dixwe ‘bersiveke rewa’ ye, lê belê divê Rewşa Awarte ji bo astengkirina azadî û mafên bingehîn weke hincetekê neyê bikaranîn.

Turmen guhertina cihê hevşaredarên DBP’yî bi wezîfedarên fermî re, ‘guhertineke sîstemî’ ye û destnîşan kir, ku ev pêkanînên hikûmetê bi biryarnameyan re ‘îllegal’ e.


HUSEYÎN ELMALI / ANF / STRASBOÛRG