Gerîlayên HPG’ê rêyên Dêrsim-Erzîngan, Şemiznan-Gerdiya û Şirnex-Dihê kontrol kirin û di encamê de 3 kes girtin binçavan û 6 wesayît hatin şewitandin. Di encama pevçûna li navçeya Qelqeliya Wanê pêk hat de herî kêm leşkerek hat kuştin.
Di daxuyaniyê de hat gotin ; “Di 28’ê Tebaxê de li Dersimê li herêma Rojnekê li dijî leşkerên artêşa dagirker a tirk ên derketine operasyonê ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Hejmara kuştî û birîndarê dijmin ji aliyê me ve nehatiye zelalkirin, dijmin kuştî û birîndarê xwe bi helîkopterên skorskya ji herêmê dûr xistiye.”
Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê der barê çalakiyên kontrolkirina rê de jî agahî da û aşkere kir ku di 29’ê Tebaxê de di navbera saet 18.30-20.00’an de li ser riya Dêrsim- Erzinganê ji aliyê gerîlayan rê hatiye kontrolkirin û got; “100 wesayitên hatiye rawestandin nasname hatiye kontrolkirin û di derbarê xweseriya demokratîk û pêşketinên pêvajoyê de gel hatiye agahdarkirin.”

3 wesayit hatin şewitandin 

Di daxuyaniyê de hat gotin; “Di dema kontrolkirina rê de herweha 3 tir, tankereke petrolê û kemyonek ên şîrketên bi dijminm re hevkariyê dikin û li Kurdistanê bê destûr bazirganiyê dikin ji aliyê gerîlayên me ve bi şewitandinê hatine rûxandin. Piştî çalakiyê ji aliyê artêşa dagirker a tirk li dijî herêmê bi helîkopterên kobrayan hatiye bombekirin, pişt re jî li dijî herêmên Kirmizidag û Gomemîşê operasyona hatiye destpêkirin hîn jî berdewam dike.”
Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê ragihand ku di 26’ê Tebaxê de li navenda Dersimê li dijî herêma Harçikê operasyona ji aliyê artêşa “dagirker” a tirk hatibû destpêkirin hîn jî berdewam dike û wiha pê de çû; “Herweha di encama bombebarana bi zanebûn a artêşa dagirker a tirk de şewata daristanan a li herêmê destpêkiriye hîn jî berdewam dike.”

Li Şemzînanê kontrola rê 
Der barê kontrola rê ya li Şemizînanê de jî ev agahî hatin dayîn; “5. Di 29’ê Tebaxê de di navbera saet 14.00-16.00’an de li navçeya Şemzînana Colemergê û herêma Gerdiyayê ji aliyê gerîlayên me ve rê hatiye kontrolkirin. Di 40 wesayitê hatiye rawestandin de nasname hatine kontrolkirin, gel jî di derbarê pêvajoyê de hatiye agahdarkirin.”

Bincavkirinek jî li Dihê 
Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê got; “Di 29’ê Tebaxê de di navbera saet 18.30-19.30’an de li ser riya Şirnex û navçeya Diha Êlihê ji aliyê gerîlayên me ve rê hatiye kontrolkirin. Li vir 20 wesayît hatine rawestandin, nasname hatine kontrolkirin û di derbarê pêşketinên pêvajoyê de gel hatiye agahdarkirin. Di vê navberê e kemyoneke şîrketeke bi dijmin re hevkariyê dike û di kar û xebatên riyên leşkerî de kar dike bi şewitandinê hatine rûxandin. Ajovanê kemyonê Mehmet Alî Naz jî ji aliyê gerîlayên me ve hatiye binçavkirin.”

Leşkerek hate kuştin 

Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê ragihand ku di 29’ê Tebaxê de di saet 17.30’an de li navçeya Qelqeliya Wanê li nêzî qereqola Koçkiranê di navbera gerîlayan û leşkerên artêşa “dagirker” a tirk de pevçûnek qewimiye û got; “Di encama vê pevçûnê de leşkereke dijmin hatiye kuştin.”

Li Şirnexê kesek hate binçavkirin

Di berdewama daxuyaniyê de hat gotin; “Di 26’ê Tebaxê de li Şirnexê li ser riya Findikê û Sûadiyê yên bi ser Gabarê ne keseke ji dijmin re qût (erzak) vediguhezîne ji aliyê gerîlayên me ve hatiye binçavkirin. Piştî lêpirsînên îdarî û huquqî bi dawî bûye kesê bi navê Halîl Esendemîr serbest hatiye berdan. Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê ragihand ku ev demeke li ser riya Kanîreşa Çewlikê ji aliyê artêşa “dagirker” a tirk bi yekîneyên veşartî kemîn tên danîn. 

ANF/BEHDÎNAN




Sivîl kirin hedef

Li gundê Heşet ê navçeya Berwarî ya Sêrtê, zarokê bi navê Ferhat Çagla pêr di encama gulebarankirina leşkeran de bi awayekî giran birîndar bû. Xizmên wî li dijî êrîşên artêşa Tirk nerazîbûn nîşan dan û anî ziman ku berpirsyar rayedar bi xwe ne.
Artêşa Tirk ku li hemberî çalakiyên gerîlayên HPG neçar maye, êdî êrîş dibe ser sivîlan. Zarokekî din bû hedefa guleya leşkeran. Li gundê Heşet ê navçeya Berwarî ya Sêrtê, pêr zarokê bi navê Ferhat Çagla yê 10 salî di encama gulebarankirina leşkeran de birîndar bûbû û rewşa wî ya giran berdewam dike. Gulebarankirin ji aliyê leşkerên Qereqola Heşetê ve hate kirin. Dema ku Ferhat bi malbata xwe re diçû bêriyê, di encama gulebaranê de ji tenişta xwe ya çepê ve bi giranî birîndar bû.

Leşker bi kêfî gulebaran dikin
Pismamê Çagla, Abdulkerîm Çagla diyar kir ku dema gund gulebaran kirin li heremê operasyon, şer û pevçûn tunebûn. Cagla diyar kir ku eskeran li nava rojê li gorî keyfa xwe gulebaran kirin. Çagla, bûyerê wek zilmkariyê bi nav kir û wiha axivî: “Êrîşên qereqolê êdî rojane pêk tên. Her roj gule berdidin gund, zevî û gundiyan. Ev zilme li me tê kirin.”

Berpirsyar Erdogan e
Çagla da zanîn ku li gund gelek tîmên taybet û leşker hene û ewlehiya wan nemaye û ew di ketin û derketina gund de her tim tengezariyê dikişînin. Çagla, destnîşan kir ku berpirsyarê van bûyeran Serokwezîr Erdogan û fermandarê qereqolê ye û leşker bi fermana wan her tim êrîşî wan dikin û gule direşînin.

Gef û êrîş zêde bûn
Çagla, bi bîr xist ku piştî ku par gerîlayên HPG êrîşî qereqolê kirin, leşkeran êrîşên xwe yê li dijî gundiyan zêde kirin weha got: “Bi taybet jî ev salek e em bi êrîşên mezin re rû bi rû dimînin. Ev êrîşa dawî jî dewama van êrîşan e.  Ji ber van êrîşan gelek kes ji gund koç kirin.  Em dixwazin li ser xaka xwe bijîn." Çagla, da zanîn ku wê li dijî êrîşa leşkeran gilî bikin. 

DÎHA/WAN