Gulo,di nav axaftina xwe de bal kişande ser êrîşên çeteyên bi desteka dewletê herêmê û wiha berdewam kir: "Li hemberî van êrîş û pêkanînê derveyî mirovahiyê bi berxwedana YPG û YPJ hemû hewldan û êrîşên hovana vala derxistin. Pêwîste qehremaniya keç û xortên Kurd li hemberî çeteyan werê dîtin."
Emê welat neterikînin
Mizgîn Gulo,di dawiya axaftina xwe de, bang li Kurdên li Ewropa dijîn kir û wiha got: "Gelê me yê li Rojava dijî rewşa wî îro diyare. Dibêjin 'emê axa welatê xwe bixwin lê emê ji welatê xwe ne derkevin'. Ji bo pêşî li koçberiyê werê girtin pêwîste em wekî jinên li Ewropa dijîn bi hewldan û xebatên xwe bibin bersiv ji wan re. Ev şoreş şoreşa jinê yê, şoreşa azadiyê ye."
Panel piştî axaftinan,bi xwendina kurte jiyana jinên tekoşer ên enternasyonal ê weke Rosa Luxsemburg, KLara Zetkin, Maria Suphi, Patria Minerva, Barbara Anana Kistler, Meral Yakar, Ayce Idil Erkmen, Andrea Wolf, Sakine Cansiz, Fidan Dogan, Leyla Şaylemez ku ji aliyê jinan ve hate temsilkirin berdewam kir. Dîsa li ser heman mijarê sînevizyon jî hate nîşandan. Panel bi pirs û bersivdayina pirsên beşdervanan bi dawî bû.
STUTTGART