Li ser sindoqan rengê gelan: HDP û Demirtaş
Qederê 2 milyon hilbijêrên ji Tirkiyeyê yên li Elmanya, Fransa û Awusturyayê wê heta 19´ê Hezîranê karibin dengê xwe bidin. Platformên hilbijartinê yên HDP´ê hem banga dengdanê dikin hem jî dibêjin, ew amade ne xelkê bibin ser sindoqan.
Li Elmanya, Fransa û Awusturyayê li derveyî Tirkiyeyê hilbijêr ji pêr ve dikarin dengê xwe ji bo hilbijartinên 24´ê Hezîranê yê parlamenteriyê û serokkomariyê bidin. Hilbijêr wê heta 19´ê Hezîranê karibin dengê xwe bidin. Platformên hilbijartinê li Koln û Frankfurtê banga dengdanê li hemû hilbijêran kir. Li Awusturyayê jî koordînasyona hilbijartinê da zanîn ku bi xebatên wan gelek kesayet û sazî razîbûne dengê xwe bidin HDP û Demirtaş.
Endamê Platforma Hilbijartinê ya HDP’ê ya Kolnê, Latîf Paşahan ku ev 2 meh in ji bo hilbijartinê bê navber dixebite, bang li her kesî kir ku dengê xwe bidin.
Li bajarê Elmanyayê Kolnê, deng li Konsolosxaneya Tirkiyeyê tên dayin. HDP’yî bi 17 muşahid û 5 wezîfedaran dengdanê dişopînin. Li derve jî, wezîfedarên HDP’yî ji dengdêran re dibin alîkar. Endamê Platforma Hilbijartinê ya Kolnê ya HDP’ê, Latîf Paşahan yek ji wezîfedaran e. Paşahan bang li Kurdistanî û Tirkiyeyiyên li Kolnê û hawîrdorê kir ku dengê xwe bidin û got, ew dixwazin di çar rojên destpêkê de encameke mezin bi dest bixin.
Nebêjin sibe, îro dengê xwe bidin
Latîf Paşahan bi bîr xist ku 2 meh in ew ji bo hilbijartinê dixebitin û wiha dewam kir: “Bi vê amadekariyê re girîngiya dayina dengan hate destnîşankirin. Roja destpêkê dengdan hinekî bêdeng bû. Em bang li hilbijêrên HDP’ê dikin ku bên ser sindoqan û dengê xwe bidin. Ji ber ku dengekî bi tenê jî gelekî girîng e. Ji bo dawî li dîktatoriya şexsekî bê anîn, divê her kes deng bide. Heger em welatekî demokratîk, azad û wekhev dixwazin, dengê me gelekî girîng e. Em vê yekê îro bidin. Em ji sibe re yan jî ji hefteya bê re nehêlin. Gelekî girîng e ku em dengê xwe tavilê bidin.”
HDP-Frankfurt hilbijêran wê bibe û bîne
Dengdana li bajarê Elmanyayê Frankfurtê jî dewam dike. Rêveberên HDP’yî ji hilbijêrên ku nikarin bikin cihê dengdanê, xwest, xwe bigihînin wan da ku karibin alîkariyê bidin wan.
Li Konsolosxaneya Tirk a Frankfurtê dengdan pêk tê. 144 hezar hilbijêrên li eyaleta Hessenê wê dengê xwe bidin. Ji bo dengdanê li kêleka konsolosxaneyê kon hatiye vedan. Li vî cihê dengdanê, nava hefteyê 10, dawiya hefteyê jî 12 sindoq tên danîn. Çavdêrên HDP’yî jî li ber her sindoqê hene.
‘Em amade ne’
Roja destpêkê zêdeyî 2000 hilbijêran dengê xwe da. Tê payîn ku dawiya hefteyê dengdan zêdetir be. Berdevkên HDP‘ê got, “Ji her alî ve me amadekariyên xwe temam kirine. Divê gelê me bê û demekê ji ya din zûtir dengê xwe bide. Li ber her sindoqê hevalên me yên çavdêr hene. Bila gelê me nekeve nava ti şik û gumanan.”
Hilbijêrên HDP’yî yên li bajarên Frankfurt, Giessen, Darmstadt, Friedbergê bi karwanê maşînan çûn konsol û dengê xwe dan.
‘Xwe bigihînin me’
HDP’yiyan ji bo mirovên derfetên wan nînin, ji bo yên nexweş û kalûpîr wesayit amade kirin. Ji wan kesan re ku derfetên çûyina cihê dengdanê nîne, hate xwestin ku xwe bigihînin xeta hilbijartinê ya HDP’ê ya Frankfurtê. (Mehmet Taşkale, 01578 6225078)
Gel dengê xwe didin HDP´ê
Li Awusturyayê xebatên HDP’ê yên hilbijartinê rastî elaqeyeke mezin tên. Tê payîn ku di hilbijartina 24’ê Hezîranê de HDP dengên xwe zêde bike.
Li Awusturyayê di hilbijartinên 24’ê Hezîranê de 116 hezar Kurdistanî û Tirkiyeyî dikarin biçin ser sindoqan û dengê xwe bidin. Hejmareke zêde ya penaberên Tirkiye û Kurdistaniyan ji herêmên Anatolyaya navîn; Dersîm, Sêwaz û Erzinganê ne, û beşeke mezin jî ji civaka Elewî ye.
Li Awûstûryayê Koordînasyoneke Navendî ya hilbijartinê heye û ev koordînasyon xebatên hilbijartinê bimeşîne û bişopîne. Endamên vê koordînasyonê ragihandin ku coş û kelecaneke bilind a ji bo hilbijartinê heye. Her wiha koordînasyonê anî ziman ku mal bi mal digerin û ji bo gel dengên xwe bide xebatan heta ku dengdan heye jî ew ê bimeşînin. Koordînasyonê ragihand ku di van xebatan de gelek nûnerên sazî, bawerî û hindikahiyan raber kiriye ku ew ê dengên xwe bidin Selahattîn Demîrtaş û HDP’ê.
NAVENDA NÛÇEYAN