Leşkerên Tirk li ser sînorê Rojava înfaz û êrîşên li hemberî sivîlan didomînin. Li nêzî gundê Girê Sor ê Girê Spî yê Rojava bi wesayîtên zirxî koma welatiyên sivîl ên ji 40 kesan pêk tê hatin gulebaran kirin. Di encama gulebarana leşkeran de du jinên navê wan nehat zanîn jiyana xwe ji dest dan û di nav de zarok û jin jî heyî 9 kes birîndar bûn.
Piraniya birîndaran birin Nexweşxaneya Emel a li Kobanê û 4 kesên rewşa wan giran jî ji Deriyê Sînor ê Murşîtpinarê anîn Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê. Li nexweşxaneyê dermankirina kesekî didome û 2 kesên rewşa wan giran jî sewqî nexweşxaneyên Rihayê hatin kirin.
Zarokê bi navê Mihemed Hesen Bunyamîn ê ku nêzî 10 gule li vucuda wî ketin jî li Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê ji ber zêde xwîn windakir jiyana xwe ji dest da.
'Komkujî plan kiribûn'
Bavê Bunyamîn Hesen Bunyamîn ê ku ji bo cenazeyê zarokê xwe yê ji bo otopsiyê birin Saziya Tipa Edlî ya Rihayê, ji gundê Ayn-el Arûz ê Girê Spî hatî Rihayê, gulebarana bi wesayîtên zirxî ya li hemberî sivîlan weke komkujî bi nav kir.
Hesen Bunyamîn diyar kir ku leşkeran koma ji 40-50 kesên sivîl tê yên nêzî sînor bûn li ser axa Rojava gulebaran kirin û wiha got: "Gelek kes birîndar bûn. Yên jiyana xwe ji dest dan hene. Kurê min jî ji wan e. Bêyî sûc û guhe hat qetilkirin. Yek jî li ser axa Rojava ew birîndar kirin. Di vucuda wî de 10 gule derketin. Ev yek jî nîşan dide ku komkujiyek plankirine."
'Bi 10 guleyan qetil kirin'
Hesen Bunyamîn balkişand ser piştgiriya hikûmeta AKP'ê û TSK'ê ya ji çeteyên DAIŞ'ê re û wiha got: "Li tavahî sînor çeteyên DAIŞ'ê li ber çavê hemû cihanê bi rihetî digerin û leşker û dewlet tirk tiştekî nake lê 10 gule li zarokê 15 salî dan. Em bibêjin hewil dida biçe Tirkiyeyê û em bibêjin qaçaxcî bû. Gelo ya diviya bê kirin ev bû? Ka nirxên mirovahiyê û rêgezên hiqûqa gerdûnî? Tenê zarokê min na yên li hemberî çeteyên DAIŞ'ê dengê xwe dernexistin li sînor bi sedan mirov qetil kirin."
Hesen anî ziman ku komkujiya pêk hatî çi be bila bibe dê bibe Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê û wiha axivî: "Ez dê vê komkujiya dijmirovahî bibim DMME'yê û dengê ciwanên kurd ji cihanê re rabigihînim."
DÎHA/RIHA