Pêkhatêyên Bakur û Rojhilatê Sûrî yên li dijî gef û êrişên dewleta Tirk bûne mertalên zindî dibêjin, herêmên wan bi saya hêzên QSD‘ê ewle ne, ew ê heta dawî axa xwe biparêzin.

Çalakiyên mertalên zindî yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yên li dijî gef û êrişên dewleta Tirk didomin. Ev bû zêdeyî mehekê ye ku gelên Rojava li ser sînor xwe kirine mertalên zindî da ku pêşiyê li erişa dewleta Tirk û rejîma AKP’ê bigirin. Gelên Rojava rojane berê xwe didin ser sînor û bê navber nobetê digirin. Xelkê Kobanê ku berê têra xwe ji êrişên hevalbendên dewleta Tirk (DAIŞ) êş kişandiye û naxwaze careke din ew êriş dûbare bibin, têkoşîna xwe ya li dijî siyaseta tunekirinê û çalakiyên xwe yên mertalên zindî li ser sînor bi biryardarî didomîne. Kobanî dibêjin, me çawa li dijî DAIŞ´ê xaka xwe parast em ê li dijî zilm û faşîzma AKP-MHP´ê jî destkeftiyên xwe biparêzin û rê nadin dagirkeran.

Li Girê Spî jî bûne mertal

Çalakiya mertalên zindî ya li Girê Spî jî di roja xwe ya 37‘an de didome. Rojane bi sedan pêkhateyên herêmê diçin serdana kon û nerazîbûnên xwe tînin ziman. Çalakger dibêjin, herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi saya hêzên QSD‘ê ewle ne ku zarokên pêkhateyên herêmê ne. Hevserokê Hevgirtina Rewşenbîran a kantona Girê Spî Mihemed Eyaş di çalakiyê de peyivî û got: “Em niha di bin konê mertalên zindî de li hev dicivin da ku gefên dewleta Tirk  şermezar bikin û hemû komkujiyên Osmaniyan li ser Ermen û Kurdan û siyaseta wan a qirêj li dijî gelê Ereb bînin bîra her kesî.”

´Na ji zihniyeta Osmaniya Nû re´

Dagirkeriya dewleta Tirk bi meşeke girseyî li Girê Spî hate protestokirin. Bi hezaran şêniyên herêmên Firat, Cizîr, Minbic, Reqa, Dêrazor, Efrîn, Tebqa û Idlibê yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê tevlî meşê bûn. Di meşê de pankartên bi nivîsên “Em gelên Herêma Firatê bi yek dengî dibêjin na ji zihniyeta Osmaniya Nû re, erê ji aştî û diyalogê re û na ji dagirkeriyê re”, hatin vekirin. Meşvan ji çerxerêya Dadgehê ya Kevn heta konê mertalên zindî yê li taxa Minbetêh meşiyan û bê navber diruşmên li dijî dagirkeriyê berz kirin. Li vir hevserokê Herêma Firatê Enwer Muslim peyivî û got: “Ev deh sal in em ji bo projeya demokrasiyê têdikoşin. Dewleta Tirk bi derxistina fîtneyan di navbera pêkhateyan de û anîna leşkerên xwe li ser sînor, hewl dide vê projeyê têk bibe.”

Serêkaniyê sînorê xwe diparêze

Bi heman armancê li Serêkaniyê jî çalakiya mertalê zindî dewam dike. Doh bi sedan şêniyên herêma Serêkaniyê ya kantona Hesekê di bin konê mertalên zindî de, li dijî dagirkerî û gefên dewleta Tirk yên li dijî herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê, meş li dar xistin. Endama Kongreya Star Selwa Ehmed li vir peyivî û got; ”Em wek tevgera jin, wek mertalên zindî em ê heta dawiyê li hemberî dagirkeriya dewleta Tirk rawestin û parastina destkeftiyên xwe bikin. Çalakiyên mertalên zindî bi pêşengiya saziyên sivîl û rêxistinên siyasî didome. Hemû pêkhateyên herêmê ji bo parastina ax û rûmeta xwe amadene.”

 
NAVENDA NÛÇEYAN