
Hîn ji jêrzemînên Cizîrê yên di qedexeyên derketina derve de tevî bi dehan kesî hatin şewitandin bêhna goştê termê kesên qetilkirî tê. Tevî ku li jêrzemînan lêkolîn nehatiye kirin jî niha TOKÎ avahiyan li cihê bûyêrê radike. Bêhna ji jêrzemîna tê pirsa gelo li vir hîn cenaze hene tîne aqilan.
Li Cizîra Şirnexê di dema qedexeya derketina kolanan a di navbera 14'ê Kanûna 2015'an û 2'yê Adara 2016'an de, bi dehan mirov li jêrzemînan bi çekên giran hatin qetilkirin. Herî dawî di 7'ê Hezîranê de li qada ku jêrzemîn lê bûn, cenazeyekî ku naylon lê hatibû pêçandin hat dîtin. Cenaza yê mêrekî bû û welatiyan ev cenaze rakiribûn Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê. Her çendî gengaz e ku hîn cenaze li vir hene jî dewleta Tirk li ser cihê bûyerê avahiyan radike. Li gel vê yekê jî kesên li vir dixebitin radigihînin ku bi taybetî bêhn ji cihê jêrzemîna duyemîn tê.
Piştî kolanê bêhn zêde bû
Karkeran, destnîşan kir ku wan rayedar agahdar kirine, lê belê li qadê ji bo cenazeyan tu lêgerîn nehatine kirin û karkeran got: “Dema em nêzî jêrzemîna duyemîn dibin bêhneke giran tê û ji ber vê yekê em nikarin bixebitin û dema me cihê jêrzemî kola bêhn belav bû.
Hîn 9 cenaze nexuya ne
Her wiha beriya niha parêzerên Baroya Şirnexê ragihandibûn ku cenazeyê 9 kesên ku di jêrzemînê de hatibûn qetilkirin hîn jî nehatine dîtin. Li gel vê yekê malbatên li termê zarokên xwe digerin gelek caran nimûneya xwînê dane, lê dîsa cenazeyên wan nehatin dîtin û tê texmînkirin ku cenaze li qada ne.
ŞIRNEX