Dewleta Tirk û AKP’ya wê peykerê Ehmedê Xanî hilweşand û li şûna wê restorant ava kir. Li navçeya Agiriyê, Bazîdê li cihê ku peykerê Ehmedê Xanî lê bû, restorant hate çêkirin! Jixwe qeyûmê dewleta Tirk û hikûmeta AKP´ê ev peyker texrîbkiribû û ji şûna wê hilkiribû. Li navçeyê peykerê Ehmedê Xanî yê li nava Parka Ehmedê Xanî yê li ser Rêya Agiriyê Mezin di 22’ê Hezîrana 2017’an de ji aliyê qeymeqam û qeyûmê dagirkerê şaredariya Bazîdê, Ûlaş Akhan ve hatibû hilweşandin. Bê hemd û bi qesd Peykerê nivîskarê Kurd, Ehmedê Xanî yê di nava Parka Ehmedê Xanî ya li ser Rêya Agiriyê Mezin a navçeya Agiriyê Bazîdê, 22’ê Hezîrana 2017’an ji aliyê qeymeqam û qeyûmê Bazîdê Ulaş Akhan ve hatibûn rûxandin. Qeyûm Akhan piştî peyker rûxand, daxuyanî dabû û gotibû: “Ji ber xebatên çêkirina rê û peyarêyê zirar bû li peykerê Ehmedê Xanî di encama qezayê de. Ji ber vê yekê xebatkarên me yên şaredariyê peyker ji cihê wê rakirin. Şaredariya me bi heman awayî ji bo peyker li şûna wê bê danîn, siparîş dane û wê di demeke nêz de dîsan deynin cihê wê.” Restorant û çayxane Lê ligel ku salek di ser rakirina peyker re derbas bû jî, peyker dîsa nedanîn cihê wê û li şûna peykerê Ehmedê Xanî “Sara Harman Cafe, Restaurant, Çayxaneya Malbatê” hat avakirin. Înşaata kafeyê ber bi dawî ve diçe û beşeke mezin a parkê hate girtin. n ANF/AGIRÎ