KCK’ê diyar kir ku buroyên Tevgera Azadî bi zextên dewlata Tirk hatine girtin û got, “Armanca avabûna YNK’ê û xeta siyasî ya Mam Celal ew rê ye ku divê YNK îro jî li ser wê be.” KCK’ê bang li YNK’ê kir ku dev ji vê helwêsta xwe ya li dijî Tevgera Azadî û RJAK´ê berde.
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê li ser girtina buro û navendên Tevgera Azadiyê got, “Helwêsteke bi vî awayî ya li dijî Tevgereke Kurd ku karê demokratîk dike, pêkanînên dijminê Kurdan ên qirrkirina Kurdan tîne bîra mirovan. Lewma eşkere ye ku ev biryar ji hêla hikûmeta herêma Kurdistanê ve hatiye girtin. Biryar ji aliyê gelê me ve nayê qebûlkirin.”
KCK’ê bi bîr xist, ti têkiliya biryarê bi hiqûqê nîne û got, “Ti elaqeya vê biryarê bi hiqûqê re tine. Heta tu têkiliya xwe bi siyaseta Başûrê Kurdistan û siyaseta Iraqê re tine. Divê her kes zanibe ku dewleta Tirk gef li wan xwarine û rêveberiya PDK û YNK’ê jî ev biryar daye.”
Zirare dide Kurdan
KCK´ê ev helwêst weke kîmasiya siyaseta KUrd bi nav kir û xwest Siyaseta Kurd vê neke û yekîtiya neteweyî û hevkariya demokratîk a nava Kurdan esas bigire: “Di siyaseta Kurd de, di bin zextên hêzên derveyî de zext û fişar li ser partî û tevgerên din ên Kurdistanê tên kirin. Divê dawî li vê nêzîkatiyê bê anîn. Şaş e ku berjewendiyên neteweyî, li şûna polîtîkayên demdirêj, ji polîtîkayên rojane re bên qurbanîkirin û her tim wê ev li xwediyê xwe vegere.
Sedema avabûna YNK’ê û xeta siyasî ya Mam Celal ew rê ye ku divê YNK îro jî li ser wê be. Eger naxwaze li dij sedema xwe ya hebûnê, li dij nirx û têkiliyên xwe derkeve, wê çaxê pêwîst e vê rêyê bide ber xwe.
Ne hêja ye ku ji bo xatirê berjewendiyên rojane serî li ber daxwazên hêzeke dijminê Kurdan bê tewandin. Ev yek ne tenê zerarê dide YNK’ê, her wiha wê rê li ber encamên welê veke ku zerarê bigihêje tevahiya gelê Kurd.”
BEHDÎNAN