Tevgera Jinên Kurd li Ewrûpayê (TJK-E), wê bi rasthatina salvegera êrişên qirrkirinê yên 3’yê Tebaxa 2014’an ên li Şengalê, li gelemperiya cihanê çalakiyan li dar bixe. Çalakî wê bi dirûşma “Azadiya jinên Şengalê azadiya mirovahiyê ye” bi pêşengiya tevgera jinan pêk werin. Heman rojê wê saet 18’an ji bo bibîranîna mirovên di komkujiyê de hatin qetilkirin, rêz were girtin. TJK-E li ser mijarê daxuyaniyeke nivîskî weşand û bal kişand ser êrişên qirkirinê yên beriya bi 4 salan û got: “3’ê Tebaxa 2014’an çeteyên DAÎŞ’ê li pêş çavên tevahiya cihanê êrîş birin ser civaka Êzidî ya li Şengalê û qirrkirineke mezin kirin. Armanca êrişan tinekirina baweriya Êzidiyatiyê ya qedîm bû. Ji ber vê yekê bi rêk û pêk êriş li jinên Êzidî hate kirin. Ya qewimî, di heman demê de qirrkirina jinê bû. Çeteyên DAIŞ‘ê zêdeyî 3000 Êzîdî qetil kirin ku pirraniya wan jin û zarok bûn. Bi deh hezaran mirov neçar man cih û warê xwe biterikînin. Beşek ji mirovên xwe li çiyê girtî, bi taybetî zarok, ji tîna û birçîbûnê mirin. 5 hezar jin û zarok bi saxî ketin destê çeteyan û bi rêk û pêk êşkence û destavêtin li wan hate kirin. Mîna koleyan li bazaran hatin firotin. Aqûbeta bi hezaran kesên di destê çeteyan de êsîr, hîna jî nayê zanîn.” Xwerêvebirin û xweparastin derman in TJK-E bi bîr xist, ev êrişa ku ji aliyê Neteweyên Yekbûyî ve weke qirrkirinê hate binavkirin, di dîroka civaka Êzîdî de fermana 74’an e û wiha dewam kir: “Civaka Êzîdî piştî vê qirrkirinê dît bê xwerêveberî û xweparastin ji bo parastina xwe û baweriya xwe çiqasî pêwîst û girîng e. Û bi pêşengiya jinan li Şengalê yekemcar xweseriya demokratîk hate ragihandin.” TJK-E ev bang li jinên li çar aliyên cihanê kir, “Ji bo 3’ê Tebaxê weke ‘Roja Qirrkirina Jinê û Çalakiya Navneteweyî ya li dijî Qirrkirinê’ bê qebûlkirin, wê roja 3’ê Tebaxa 2018’an li her devera cihanê bi pêşengiya tevgera jinan bi dirûşma ‘Azadiya jinên Şengalê azadiya mirovahiyê ye’ çalakî bên lidarxistin. Saet 18’an jî wê ji bo bîranîna mirovên hatin kuştin, rêz were girtin. Di serî de jinên me yên rêxistinbûyî yên li Ewrûpa û çar aliyên Kurdistanê, em bang li hemû mirovên şoreşger û demokrat dikin ku destekê bidin van çalakiyan û piştevaniyê xurt bikin.” NAVENDA NÛÇEYAN