Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê, li ser çalakiyên gerîla daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de HPG´ê da zanîn ku 19’ê Hezîranê saet 15:00´an hêzên wan bi çekên giran li leşkerên li kaşê Ortê yê li qada Sumbul a li Herêma Zagrosê xistiye, lê belê encamên çalakiyê nehatine zelalkirin.

Li gorî daxuyaniyê heman rojê gerîlayan li hemberî leşkerên li Çeperê Şêxa yê li ser sînorê navçeya Colemêrg Çelê çalakiyeke sûîqestê pêk anîye û di encamê de leşkerek hatiye kuştin.

19’ê Hezîranê êvarê jî gerîlayên YJA Starê li hemberî 3 stasyonên Turkcell, Vodafon û Avea yên li gundên Saglamtaş, Dereboyû û Kabadal ên ser bi navçeya Pîlemûrî ya Dersîmê çalakiyek pêk anî û di encamê de her sê stasyon rûxandin.

Heman rojî danê sibehî gerîlayan li hemberî qereqola Halborî ya li navenda Dersîmê çalakiyeke sûîqestê li dar xistin û di encamê de leşkerek hat kuştin. Di heman demê de hêzên gerîla bi çekên nîv-giran jî li qereqolê xist.

Hêzên gerîla roja 17’ê Hezîranê ber êvarkî li hemberî nîzamiyeya girê Şapatan a li Şemzînanê çalakiyek pêk anî. Di encama vê çalakiyê de ev çeper hat îmhakirin. HPG dide zanîn ku hejmara kuûtî û birîndarên artêşa Tirk de nekarîn agahiyan zelal bikin, lê belê dewleta Tirk bi 2 ambûlansan kuştî û birîndarên xwe ij cihê çalakiyê rakirine. 


 ANF / BEHDÎNAN