Li Stenbolê li gel qedexekirina Newrozê li gelek navçeyan Newroz hate pîrozkirin. Şevê din li navçeyên Bagcilar, Esenyurt, Kartal, Gazîosmanpaşa, Sultanbeylî, Kartal, Tuzla, Eyup, Okmeydani, Beyoglu, Pendîk, Sarigazî û Sancaktepeyê Newroz hate pîrozkirin.

BAGCILAR: Li taxa Fevzî Çakmak a navçeya Bagcilarê girse hate cem hev û Newroz pîroz kirin. Welatiyên li qadê agir pêxistin li dora agir govend girtin û sloganên "Bijî serok Apo", "Bijî newroz" û "Bijî Kurdistan" berz kirin. Di pîrozbahiyê de Serokê Rêxistina BDP'ê ya Bagcilarê Abdul Sterk Balsak axaftinek kir û anî ziman ku gelê kurd zincîrên tirsê şikandin e.
SULTANBEYLÎ: Li taxa Orhangazî ya navçeya Sultanbeylî jî Newroz hate pîrozkirin. Jin bi cil û bergên gelerî tevlî pîrozbahiyê bûn. Rêveberên BDP'ê, Endamê Meclîsa BDP'ê Dr. Huseyîn Gungor û gelek kes tevlî pîrozbahiyê bûn. Endamê Meclîsa BDP'ê Gungor di pîrozbahiyê de axivî û diyar kir ku kurd bi Newrozê xwedî li dîroka xwe derketin û wiha got: "Agirê me ji Mazluman û Kawayan dewr girt em dê dewrî pêşeroja xwe bikin û ji bo vê yekê têkoşîna me dê berdewam bike." Piştî axaftinê gel agir hilkirin û slogan berz kirin. Di dawiya pîrozbahiyê de polîsan êrîş li girseyê kir. Girseyê bi keviran bersiva polîsan da. Di mudexeleyê de gelek kes birîndar bûn û hate zanîn ku 10 kes jî hatin binçavkirin.
PENDÎK: Li taxa Esenyali ya Pendîkê jî zêdehî 3 hezar kesan Newroz pîroz kirin. Girseya li duraxa Esenyaliyê hate cem hev ber bi qada futbolê ya Esanyaliyê ve dest bi meşê kir. Di meşê de posterên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û alên PKK'ê hatin vekirin û sloganên "Bijî serok Apo", "Şehîdên Newrozê nemir in" û "Haci Zengîn dijî" hatin berzkirin. Bernameya pîrozbahiyê bi rêzgirtinê dest pê kir. Piştî guhdariya muzîkê Rêberê BDP'ê yê Stenbolê Erdagan Çakar axaftinek kir. Çakar, diyar kir ku ew li dijî komkujiyan û qedexeyan bêdeng namiînin. Çakar, anî ziman ku li hemû bajarên kurd lê dijîn berxwedana gelê kurd berdewam dike.
TUZLA: Li taxa Aydinê ya navçeya Tuzlayê jî bi sedan kesan Newroz pîroz kirin. Di pirozbahiyê de slogana "Bijî biratiya gelan" hatin berzkirin. Saziyên elewiyan û Komeleya Piştgiriya Karkerên Navneteweyî (UÎD-DER) jî piştgîrî da pîrozbahiyê. Girseyê agir pêxist û li gora agir govend girtin. Li taxa Îçmelerê jî bi sedan kesan Newroz pîroz kirin. Li taxa piranî kurdên elewî lêdijîn gelek kes tevlî pîrozbahiyê bûn. EMEP û CHP'ê jî piştgirî da pîrozbahiyê.
SANCAKTEPE: Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) li navçeya Sancaktepeyê bi tevlêbûna hezaran kesan Newroz pîroz kir. Bi hezaran kesên li ber Dibistana Seretayî ya Vatanê kom bû, meşiya û rê li Ankara Asfaltiyê girt. Girsê bi dirûşmeyan li ber Cemevî kom bûn û Newroz pîroz kir. Girsê bi rengên kesk, sor û zer qada Newrozê xemiland. Girsê bê navber dirûşmên "Bê serok jiyan na be" "Şehit namirin" berz kirin. Endamê Navenda HDK'ê Ender Îmrek, anî ziman ku coş û daxwaza azadiyê ya gelan di rojekê de nayê civandin. Îmrek, êrîşa li dijî Ahmet Turk jî şermezar kir. Pîrozbahiyê bi govendê berdewam kir. Pişt re li nokteya ku polîs lê rawestiya bûn bombeya deng teqiya.
KARTAL: Li navçeya Kartalê jî bi sedan kesên ku li ber Kartal Citibankê kom bûn heta qada Kartalê meşiyan. Meşa ku ji aliyê Hêza Ked, Demokrasiyê ya Kartaê ve hate organîzekirin bi coşek mezin hate pîrozkirin. Di pîrozbahiyê de êrîşa polîsan a li dijî Hevserokê KCD'ê Ahmet Turk hate şermezarkirin. Girsê bê navber dirûşmeyên "Destê dirêjî Ahmet Turk dibi bila bişkên" û "Biji Newroz" "Newroz piroz be", "Agirê Newrozê dê qatilan bişewitîne" berz kir. Li ser navê Hêza Kedê serokê Şaxa Egîtîm Senê ya Hêjmar 5 Mehmet Aydogan, axivî û êrîşên li dijî gele kurd û Ahmet Turk şermezar kir.
Aydogan kuştina Haci Zengin jî şermezar kir û anî ziman ew li hemberî vê yekê bêdeng namînin. Piştî axaftinê girsê bi def û zurneyan Newroz pîroz kir.
ESENYURT: Li navçeya Esenyurtê jî Hêza Ked û Demokrasiyê li gel welatiyên navçeyê li taxa Kiraçê kom bûn û bi girseyî Newroz pîroz kir. Di pîrozbahiyê de gelek endam û rêveberên HDK'ê jî amade bûn. Bi hezaran kesên tev li pîrozbahiyê bûn, li ber starên Koma Evin govend gerandin û Agirê Newrozê geş kirin. Girsê heta derengê şevê bi govendê û fîşekên hewayî Newroz pîroz kir. Seroka Rêxistina BDP'ê ya Esenyûrtê Kudret Gulun û Endamê HDK'ê Sînan Cevîz êrîşên li dijî gelê kurd û Hevserokê KCD'ê Ahmet Turk şermezar kirin û anîn ziman ku li hemberî van êrîşan bêdeng namînin. Girsê bi dirûşmeyan dawî li pîrozbahiyê anî.
ESENLER: Hevparên HDK'ê li taxa Atişlara ya Esenlerê jî bi girseyî şahiya pîrozbahiya Newrozê pêk anî. Şahiya ku bi muzika zindî pêk hat heta derengê şevê bi gerandina govendê berdewam kir. Girsê di pîrozbahiyê de bê navber dirûşmeyên "Biji bıratiya gelan", "Ji gelê kurd re azadî" berz kir.
BEYOGLU: Hevparên HDK'ê duh piştî çalakiya li Taksimê li taxa Çukurê ya Beyloglu şahiya Newrozê pêk anî. Di pîrozbahiya Newrozê de bi hezaran kesên li hev kom bûbûn heta derengê şevê li dora agir govend gerandin û dirûşmên "Bijî serok Apo", "Bijî biratiya gelan berz kirin" Li vir jî êrîşa li dijî Hevserokê KCD'ê Ahmet Turk û kuştina Haci Zengîn hate şermezarkirin.
ŞÎŞLÎ: Li parka Sibel Yalçin ya taxa Okeydani ya navçeya Şîşliyê jî bi sedan kesên li hev kom bûn agirê Newrozê pêxist û Newroz pîroz kir. Girsê bê navber ji bo Ocalan û Bêrîtan dirûşme berz kirin.
GAZÎOSMANPAŞA: Hêza Ked û Demokrasiyê li navçeya Gaziosmanpaşa jî li 4 taxên cuda bi girseyî Newroz pîroz kir. Bi hezaran kesên li taxên Karayollari, Paşa, Kazim Karabekir û Karadenîzê kom bûn bi coşek mezin Newroz pîroz kirin. Girseyên ku agirê Newrozê pêxist û li dora agrê Newrozê govend gerandin û bê navber di lehê PKK û Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de dirûşme berz kirin. Li vir jî êrîşên li dijî Turk û kuştina Zengîn hatin şermezarkirin.

DÎHA/STENBOL