Di 19'ê Tîrmeha sala 2012'an de li Kobanê gel bi awayeke serkeftî rêjîma Baas ji bajar û gundên xwe derxistin û hemû saziyên rêveberiya Rejima Baas xistin destê xwe. Hê sê meh di ser şoreşa 19'ê tîrmehê re derbas nebûbû, komên çete bi piştevaniya hêzên dijminane yên herêmî û navnetewî, ji Dêrik heta Efrînê dest bi êrişên li ser herêmên Rojavayê Kurdistanê kirin.
Bi dijwariya êrişan ji destpêka sala 2013’an ve YPG’ê li seranserî eniyên şer berxwedaneke destane nîşan da û gelê Rojava ji bo piştevaniya şervanan di nava seferberiyê de bûn.
Di destpêka sala 2013’an de û bi taybet dema navbera yek heta pêncê meha çile YPG’ê civîneke berfireh li dar xist û şoreşa 19’ê Tîremhê ku çirûska wê di sala 2012’an de li Kobanê destpê kir, qonaxeke dîrokî û girîng di şoreşa Sûriye de nirxand. Her wiha diyarkir ku ew ê şoreşê bi israra rizgarkirina bajarên Rojava yên dîtir ji rêjîma Baas temam bikin.
Şervanan tabûr kontrol kirin
Meşa rizgariyê ji bakur rojhilatê herêmên Rojava destpê kir. Di 9’ê Çileya 2013’an de YPG û YPJ’ê tabûra leşkerî ya girêdayî hêzên Rêjîmê ya li gundê Gir Zîro ya girêdayî gundên Koçeratan a li herêma Dêrikê dorpêç kir û piştî kuştina fermandarê tabûrê û teslîmbûna 134 leşkeran şervanan tabûr kontirol kirin.
Dema YPG û YPJ’ê tabûra leşkerî dorpêç kiribûn,16’ê Çileya 2013’an komên çekdar ên girêdayî Newaf Beşîr, Tabûra Farûq, Ehrar Giwêran, Xuraba El-Şam û Tabûra Ehfad Resûl li bajarê Serêkaniyê êrişî malên sivîlan kirin. Şervanên YPG’ê ji bo sivîlan ji van êrişan biparêzin, bersiv dan van êrişan û li herêm şer derket.
Piştî şerê 15 rojan dewam kir, şervanên YPG û YPJ’ê gelek taxên Serêkaniyê ji komên çete rizgarkirin û xwe gihandin taxa dêran û derdora taxa El-Miheta. Di 31’ê Çileya 2013’an de pevçûn rawestiyan.
Di 13’ê şibata heman salê de komên çete êrîşî bajarê Til Temir ku piraniya niştecihên wê ji pêkhateya kurd, ereb û asûrî ne kirin. Li ser bersiv dayîna şervanên pevçûnan rû da û deh endamên komên çete hatin kuştin. Di 25’ê şibatê de jî komeke çete derbasî bajar bû û bêser û ber gole li sivîlan reşand. Di encama êrîşî de zarok û şervanekî YPG’ê jiyana xwe ji dest dan.
Bajarê Tirbesiyê ji rêjîma Baasê rizgar kirin
Şervanên YPG û YPJ’ê di nîvê duyem ji meha şibatê heta destpêka meha adarê bajarê û Tirbespiyê û bajarokê Çilaxa û Rimêlanê ji bermahiyên rêjîma Baas rizgar kirin.
Piştî ku li taxa Mihetê ya Serêkaniyê di navbera şervanên YPG’ê û çeteyên DAIŞ’ê- Çebiht El-Nusra de pevçûn derketin û şervanekî YPG’ê ji çeteyên El-Nusra ve dîl hat girtin. Di encama pevçûnan de di 16’ê tîrmeha 2013’an de dest bi qonaxa rizgarkirina bajarê Serêkaniyê ji çeteyan hat kirin.
Di sibeha roja 17’ê Tîrmeha 2013’an de bajarê Serêkaniyê bi temamî ji bermahiyên komên çete hat rizgarkirin û şervan gihiştin deriyê sînor ê di navbera Serkaniya serxet û binxetê.
Piştî ku Serêkaniyê ji çeteyan hat rizgarkirin. Van komên çete li seranserî herêmên Rojava ji Dêrik heta Koban, Eferîn û Girê Spî dest bi êrîşan kirin û li Til Eran û Til Hasilê komkujî pêk anîn.
Êrişên li ser Til Koçer û Serêkaniyê têk çûn
Sibeha 16’ê Tîrmeha 2013’an di çarçoveya pêkanîna pilana ku armanca wê dagirkirina herêmên Rojava bû, komên çete di bin navê ‘şere rizgarkirina herêma Rimêlan û gundewarên wê’ dest bi êrişên li ser herêmên Dêrik, Girkê Legê, Rimêlan û Çilaxa kirin. Û komên xwe ji Heleb, Idlib, Reqa, Girê Spî, Şedadê û Holê kişandin û li dijî herêma Dêrikê bi kar anîn. Di van êrişan de li kêleka çeteyên DAIŞ’ê û Cebhit El-Nusra komên çete yên weke ‘Lîwaa El-Tewhîd, Cîhad, Tabûra Qehqah a ji Dêre Zorê, Tabûra Alah û Ekber, Siqûr Sincar û Tabûra 313’an a yekser girêdayî mîtên dewleta Tirk’ cihê xwe girtin.
Fermandarê YPG’ê Mihêdîn Xêrkî ku cihê xwe di va berxwedana li hember komên çete girt got: “Di wê demê de yekîneyên me ne xwedê çek, cebilxane û tecrûbeya zêde bûn. Lê bi vîna şervanan û piştgirtiya gel êrişên çeteyan ên li ser tevahî herêmên Til Koçer û Serêkaniyê têk çûn.
Êrîşên komên çete yên girêdayî DAIŞ û Cibihit El-Nusra li ser herêmên Rojava ranewestiyan û rojane li gundewarên Dêrik, Çilaxa, Girkê Legê, Tirbespiyê, Serêkaniyê û gundewarên rojava û rojhilatê Kobanê di navbera şervanên YPG/YPJ’ê û komên çete de şer rûdidan.
Beşdarî nava refên YPG’ê bûn
Di 30’ê tîrmehê de Fermandariya YPG’ê bi daxuyaniyekê li hember êrişên çeteyên El-Nusra û DAIŞ’ê yên bi armanca dagirkirina herêmên Rojava pêk dihatin, seferberiya giştî ragihand. YPG’ê di daxuyaniya xwe de diyarkir ku piraniya tabûrên navên Artêşa Azad li xwe dikin, bi hevkariya Cebhet El-Nusra û çeteyên DAIŞ’ê ji Dêrik heta Efrînê bi hev re êrişî gelê kurd dikin.
Piştî ragihadnina serferberiya giştî bi sedan welatiyên herêmên Kantona Cizîrê beşdarî nava refên YPG/YPJ’ê bûn û cihê xwe di berxwedana li hember komên çete de girtin.
Hemû sazî pêkhateyên civakî seferber bûn û piştevaniya şervanên di eniyên berxwedanê de kirin. Meclîsên tax û herêmên li ser bendên kontirolê erka xwe ya parastinê pêk anîn. Her wiha navendên tendirûstiyê jî ji bo pêşwazîkirina birîndaran serferber bibûn û ekîbên xwe yên tendirûstiyê dişandin eniyên şer.
Welatiyên herêmê û bi taybet jinan bi awayekî rojane xwarin ji şervanan re amade dikirin û dişandin eniyê berxwedanê.
Fermandarê YPG’ê Mihê Dîn Xêrkî diyarkir ku piştgirtdayîna gel û sekandina wan li kêleka şervanan moralên wan bilind kir û vîna xwe xurt kir.
Şervanên YPG’ê di 18’ê tebaxê de bajarokê Zirganê ku çeteyan ji xwe re nuqteyan êrîşkirina li ser gundewarên Serkaniyê bi kar dianîn, ji komên çete rizgar kir.
Operesyona Şehîd Çekjîn
Piştî ku Endamê Meclîsa Leşkerî yê YPG’ê Çekjîn Efrîn di 27’ê tebaxê di encama şerê li herêmê Dêrikê rû dan de jiyana xwe ji dest da, YPG yekser operesyona şehîd Çekjîn Efrîn a rizgarkirina herêmên Rojva li dijî komên çete da destpê kirin. Di vê operesyonê de şervanan serkeftinên mezin li herêma Serêkaniyê, Tirbespiyê, Çilaxa û Til Koçer bi dest xistin û bi dehan gund ji komên çete rizgarkirin.
Komên çete yên DAIŞ’ê li hember berxwedana şervanên YPG’ê derbên giran dixwarin û têk diçûn.
Di 15’ê cotemhê ango roja cejna qurbanê tevî ku YPG’ê ji aliyê xwe ve agirbest ragihandibû, komên çete êrîşî benda kontirolê ya YPG’ê li herêma Çilaxa kirin. Di encamê de 15 şervanên YPG’ê jiyana xwe ji dest dan. Di 18’ê cotmehê de jî di encama êrîşa komên çete ya bi tirimpêla bombebarkirî li ser nuqteyan YPG’ê ya li herêma Tirbespiyê de 4 şervanên YPG’ê û 2 endamên Tevgera Çand û Hunerê jiyana xwe ji dest dan.
Operesyona tolhildana şehîdên Çil Axa û Tirbespiyê
Di 23’ê cotmehê de YPG’ê operesyona tolhildana şehîdên Çilaxa û Tirbespiyê ragihand û gelek gundên nêzî bajarokê Til Koçer ji çeteyan rizgarkirin.
Di 27’ê Cotemaha 2013’an de Fermandariya Giştî ya YPG’ê bi daxuyaniyekê ragihand ku yekîneyên wan bajarê Til Koçer bi temamî ji çeteyên DAIŞ’ê rizgarkirine û bang li hemû pêkhate û gelê herêmê kir ku meclîsên xwe avabikin û xwebirêve bibin.
Riya Serêkaniyê û Til Temir hat vekirin
YPG û YPJ’ê di 1’ê Mijdara 2013’an de operesyona dilsoziya bi şehîdên Serêkaniyê re da destpêkirin. Di qonaxa yekemîn a operesyonê ango di 4’ê heman mehê de 19 gundên girêdayî herêma Serêkaniyê ji çeteyên DAIŞ’ê û El-Nusra hatin rizgarkirin û riya Serêkaniyê-Til Temir jî hat vekirin.
Di çarçoveya qonaxa duyemîn a operesyona dilsoziya bi şehîdên Serêkaniyê re şervanên YPG’ê di 5’ê Mijdara 2013’an de bajrokê Til Helef, El-Menacîr û hemû gundên girêdayî bajarê Serêkaniyê ji çeteyan rizgar kirin.
Piştre gelek operesyonên leşkerî ji aliyê YPG’ê ve pêk hatin û di encamê de gelek gundên girêdayî bajarê Tirbespiyê, Qamişlo û Til Temir hatin rizgarkirin.
Fermandarê YPG’ê Mihêdîn Xêrkî destnîşankir ku YPG’ê di sala 2013’an de li sernaserî eniyên şer li herêmên Rojava li dijî komên çete serkeftinên dîrokî bi dest xistin û ev tişt anîn ziman: “Van serkeftinan gelek pîvan guhertin û helwesta gelê kurdî xurtir kir. Her wiha îsbat kir ku di pêşeroja Sûriye de bêyî beşdarbûna kurdan û pêkhateyên Rojava çareser nepêkan e.”
Derdora 3 hezar çete hatin kuştin
Fermandarê YPG’ê Mihêdîn Xêrkî dazanîn ku li gorî daxuyaniyên YPG’ê yên fermî şervanan di van şeran de 12 tang û gelek cebilxaneya çeteyan desteser kirin. Her wiha di sala 2013’an de 2 hezar û 923 çete hatin kuştin.
Li gorî çavkaniyên YPG’ê û Saziya Malbatên Şehîdan di şer û êrîşên wê demê de 379 şervanên YPG û YPJ’ê, endamên Hêzên Asayîşê, endamên meclîsên gel û sivîlan jiyana xwe ji dest dan.
KELSÛMA ELÎ/ANHA/QAMIŞLO