Di çalakiya Hêzên Rizgariya Efrînê HRE’yê ya li Şerayê de 3 çawişên pispor ên artêşa Tirk hatin kuştin. Her wiha di bombebarana artêşa Tirk a li dijî gundên Til Rifetê de zarokek şehîd bû û zarokek jî birîndar bû.
Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) bi daxuyaniyekê der barê çalakiya xwe ya li navçeya Şera ya Efrînê de agahî dan.
Daxuyaniya HRE’yê wiha ye:
“29’ê Çileyê li gundê Gobelê yê navçeya Şera hêzên me li hemberî baregeheke artêşa Tirk a dagirker çalakiyeke taybet li dar xist. Di encama çalakiyê de 3 çawişên pispor hatin kuştin.
Di heman wextê de artêşa dagirker gundên herêma Şehba û navçeya Şêrawa bi dijwarî topbaran kir. Di encama topbaranê de li herêma Til Rifet a Şehbayê zarokek şehîd bû û zarokek jî birîndar bû. Her wiha ziyanên madî gihîştin welatiyên herêmê.”
NAVENDA NÛÇEYAN