Zaha Mohammad Hadid mîmareke navdar Iraqî û Ingilîz bû. Bi eslê xwe dê û bavên wê ji Mûsilê ne, lê ew li Bexdayê sala 1950´î hatibû dinê. Ew jina pêşî bû ku Xelata Mîmariyê ya Pritzker wergirtî. Lê ne tenê ev xelata hanê ku wê sala 2004´an wergirtî wê navdar dike. Wê ji bo gelek sêwirandinên xwe xelat wergirtin. Xelata herî girîng a mîmariyê li Brîtanyayê wê du salan li ser hev yanî 2010 û 2011´an wergirt. Ew bû jina pêşî û heta niha jina pêşî ye ku Madalyaya Meliktiyê ya Înstîtuya Mîmariyê ya Melîktiya Yekbûyî wergirtiye. Ev şaneşîna Muzeya Messner Mountain a li Dolomîtan li Alpên Îtalyayê (2006) yek ji sêwirandinên wê yên gelekî navdar e, tevî galeriya bendera Antwerpenê li Belçîkayê. Wê formên modern di nava xweza û formên dîrokî de bi cih kirin. Ji ber ku dilê wê sekinî, 31´ê Adara 2016´an wefat kir. LONDON