Hat ragihandin ku li navendên Serêkaniyê û Til Xelef ên girêdayî Kantona Cizîrê teqîn ji ber êrîşên întîharî rû dane. Di êrîşa li Serêkaniyê de 2 çeteyên DAIŞ’ê mirin, 2 jin û zarokek birîndar bû. Hat ragihandin sedema du teqînên li Serêkaniya Binxetê ya girêdayî Kantona Cizîrê êrîşên întîharî ne. Li gor agahiyên ji herêmê hatin wergirtin, êrîşa întîharî ya yekemîn bi maşîneyeke bombebarkirî li ber dibistaneke seretayî rû daye. Du jin û zarokê di teqînê de birîndar bûne anîne ber deriyê sînor û li bendê ne ku bibin Nexweşxaneya Dewletê ya Serêkaniyê ta Serxetê.  Êrîşa duyemîn jî li Til Telef a 4 kîlometre dûrî Serêkaniyê pêk hatiye.   

Hêzên YPG'ê di çarçoveya operasyona şoreşgerî ya 1'ê Mijdara 2013'an de, di nava pênc rojan de li herêma Serêkaniyê herî kêm 25 gund û navçeya Til Xelef a xwedî girîngiyeke stratejîk rizgar kiribûn. Li navçeya Til Xelefê ya li ser sînorê Tirkiyeyê ye, gelên Kurd, Ereb, Çeçen, Tirkmen û civakên Xiristiyan dijîn.

Êrîşên dawî bûn yekemîn êrîşên piştî hilbijartinên herêmî yên 30'ê Adarê yên li Tirkiyeyê, li Serêkaniyê rû dan. Li Serêkaniya ser xetê, bi awayekî gumanbar namzetê AKP'ê hilbijartin qezenç kiribû. Vê yekê jî rê li ber fikaran vekiribû ku Serêkaniya ser xetê ya li ser sînorê Rojava ji nû ve bibe baregeheke çeteyan. Menderes Atîlla yê bi awayekî gumanbar hat hilbijartin, par wêneyên wî yên bi çeteyan re kişandibû, hatibûn weşandin.
Serêkaniya ser xetê ji aliyê rejîma AKP'ê ve ji sala 2011'an û vir ve di şerê li Sûriyeyê de ji çeteyan re weke baregehekê hatibû pêşkêşkirin. Gelek caran bi belge, mikurhatin, şahid û dîmenan derketibû holê ku Tirkiye derfetên stargeh, alîkariya leşkerî û aborî dide çeteyan.
Piştî ku hêzên leşkerî yên Rojavayê Kurdistanê YPG'ê di 16'ê Tîrmeha 2013'an de çeteyên ser bi El Qaîdeyê bi temamî ji Serêkaniyê derxist û kontrola deriyê sînor xist destê xwe, rejîma AKP'ê neçar mabû ku beşek ji xebatên xwe yên vê tifaqa qirêj derbasî sînorên din bike.
Ji ber pêla nû ya êrîşan a destpêka meha Adarê li hemberî Kobanê destpê kir, li herêma Serêkaniyê di operasyonên YPG'ê yên li dijî baregehên çeteyên dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê (DAIŞ) de herî kêm 12 çete hatibûn kuştin. Di 19'ê Adarê de li hemberî bargeheke çeteyên DAIŞ'ê ya li gundê Til Xezir ê 25 kîlometre li rojavayê Serêkaniyê operasyoneke bersivdayînê hatibû lidarxistin.
Di operasyona bi armanca destekkirina Berxwedana Kobanê de gundên Til Xenzir, Til Xezal Miço, Ferisa Şerabiyan, Ferisa Sofiyan, Ferisa Dişo, Til Boxan, Til Meha hatibûn rizgarkirin û 32 endamên çete hatibûn kuştin. 

SERÊKANIYÊ