Li aliyê din hinek kesên Ereb û derdorên Kurd jî tevlî hinek televîzyonên erebî dibin û dixwazin di navbera ereb û Kurdan de aloziyê derxînin.
Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, doh serê sibê saet derdora 04.00’an de hêzên Artêşa Hur a Sûriyê ji aliyê Tirkiyeyê ve derbasî herêmên ereban ên Serêkaniyê bû. Piştî ku hêzên Artêşa Hur a Sûriyê ketin bajêr, di navbera wan û hêzên rejîmê de pevçûn derketin. Di encama pevçûnan de ji herdu aliyan kuştî û birîndar çêbûn. Hate ragihandin ku birîndarên Artêşa Hur a Sûriyê di Deriyê Sînor ê Serêkaniyê re birin nexweşaneyên li navçeya Serêkaniyê ya bajarê Rihayê ya Bakûrê Kurdistanê.
Piştî pevçûna serê sibê, hêzên Artêşa Hur a Sûriyêketin taxên ereban û pevçûn niha rawestiyan e. Li aliyê din hêzên rejîmê ji bajarê Hesekê yekîneyên leşkerî şandin herêmê.
Di vê navberê de ji bajarê Hekesê kesek li ser navê Artêşa Hur a Sûriyêtevlî televîzyona El Erebiye bû û îdîa kir ku hêzên leşkerî yên Kurdan xwe amade dikin ku êrîşî Artêşa Hur a Sûriyêbikin. Heman kesî bang li eşîrên Ereban kir ku êrîşî Kurdan bikin.
Ji TEV-DEM'ê banga yekîtiyê
Hate ragihandin ku Partiya Azadî a Kurd jî civînek li dar xistiye û hewl dide ku di navbera Kurd û ereban de aloziyan derxîne.
Li ser îdîayên kesê ku li ser navê Artêşa Hur a Sûriyêtevlî televîzyona El Erebiye bû, Navenda Çapemenî û Ragihandinê ya Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) jî daxuyaniyek nivîskî da û diyar kir ku ev îdîa hemû derewin. Di daxuyaniya TEV-DEM’ê de tê gotin ku tu pirsgirêkên wan bi Artêşa Hur a Sûriyêre tune ne û banga yekîtiya gelan kir.
SERÊKANIYÊ