ZEYNEP DURGUT / JINEWS/WAN
Zivistan Serhedê çetin e û ji ber vê çetinbûna vê jî hê ji havînê ve haziriya zivistanê tê kirin. Di vê hazirkirinê de para herî mezin a jinan e. Jinên Serhedê ji bo karê haziriyê tên cem hev û bi hev re hiriyan dişon, tirşî çêdikin, ka didin hev û hwd. Me jî ji bo dîtina vê haziriyê berê xwe da gundê Atêsê yê Elbaxa Wanê. Ji gundiyan Sema Yildirim ji me re qala xebatên zivistanê kir. Semrayê dibêje, ew hîna biharê diherin çiya û zozanan da ku giya û pincar bidin hev û wiha dipeyive:” Em van cureyên pincar û giya ji bo ku di zivistanê de bikin xwarin û di nav xarinên xwe yên din de bi kar bînin, piştî ku top dikin dişon û zuha dikin. Em di payizê de jî dest bi çêkirina karên wekî tirşî, şûştina hiriyê, çêkirina sergînan û komkirina kayê dikin. Ev kar hemû ji aliyê me jinan ve tên kirin û em gelek diwestin. Ez niha turşiyê çêdikim. Zebzeyê ku ez ji bo vê turşiyê bi kar tînim hemû xwezayî ye.”