Gerîlayên HPG’ê li Sêrtê li girê Şehîd Canxurt ê qada Herekolê, li dijî eskerên Tirk çalakiyek kir. Di encamê de 4 eskerên Tirk hatin kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê ragihand ku gerîlayên HPG’ê û YJA-Starê li Sêrt û Bedlîsê çalakî kirine.

Daxuyaniya HPG’ê wiha ye:

“Hêzên me di çarçoveya Pêngava Şoreşger a Şehîd Delal Amed û Şehîdên Bestayê 10’ê Tebaxê saet 16.00’an li Sêrtê li devera Herekolê, li girê Şehîd Canxurt çalakiyek li dijî artêşa TC’ê ya dagirker kir. Ji du baskan ve hêzên me li eskerên dijmin ên li ser gir reşand û di encamê de 4 eskerên dijmin hatine kuştin.

12’ê Tebaxê saet 03.00’an hêzên me yên YJA Starê li Bedlîsê, li nêzî qereqola Şêx Cuma çalakiyeke sabotajê li stasyona Bazê ya Katil kirine. Di vê çalakiyê de stasyona bazê hatiye rûxandin.”

 

ANF/BEHDÎNAN