Saziya çapemeniya rexnekirina filman Hollywood Reporter, bi hilberînerê filma “Ji bo azadiyê” yê ji Komuna Filman a Rojava Diyar Heso û derhênerê filmê Ersîn Çelîk re peyivî. Di nûçeya Alex Ritman de, Diyar Heso behsa zehmetiyên dema girtina dîmenan, çawa wan Kobanê veguherandiya seteke filmçêkirinê, çawa şervan û gerîlayan di filmê de rol kiriye û çawa dagirkeriya qirker a dewleta Tirk a li Efrînê tesîr li lîstikvanan kiriye.
Rojnamevan bi bîr dixe ka çiqasî zahmet e ji bo filmeke şer mirov amûr û materyalên şerî kom bike û di seta filmê de bi cih bike. Li gorî Komuna Filman a Rojava sîlehên DAIŞ´ê têkçûyî li dûv xwe hiştî ji bo girtina dîmenên filmê baş bi kar aniye. Ew bi bîr dixe ku premiera Ewrûpa ya filmê li Festîvala Filman a Navneteweyî ya Rotterdamê hatiye kirin. Jixwe Komuna Filman li vir Gotara Azadiyê ya Yekşemê ya salane jî êvara yekşemê pêşkêş kir.
Dewleta Tirk û DAIŞ´ê bajar wêran kirin
Filma ku behsa berxwedana efsanewî ya Sûrê dike, ji ber ewletir bû, li Kobanê dîmenên wê hatin girtin, û ew jî terciha derhêner Ersîn Çelîk bû. Li gorî vê gotarê, yek ji sedemên Ersîn Çelîk ya hilbijartina Kobanê, sîleh û tankên DAIŞ´ê li dûv xwe hiştî bû. Diyar Heso dibêje, “Tankên DAIŞ´ê li pey xwe hiştî, wê ji rejîma Sûrî bi dest xistibûn. Pirraniya wan nedixebitîn, lê me ew boyax kirin ji nû ve, hinek mazot berda wan û ew dan xebitandin.”
Ersîn Çelîk jî ji bo unîformayên polîsan got, gava ku rejîma Sûrî ji Kobanê vekişiya unîformayên polîsên xwe li pey xwe hiştin: “Me hinekî ew boyax kirin, da ku bişibin ên polîsên Tirk”.
Herçî xirbe û hilweşandina bajêr bû, muzexaneya Kobanê bi kêra wan hatiye û Diyar Heso dibêje, “Hilweşandin bi rastî gelekî dişibiyan hev, ya DAIŞ´ê û ya dewleta Tirk bi ser hev de diçûn.”
Dagirkirina Efrînê barekî giran ê manewî bû
Rojnamevan bi bîr dixe ku ji bo hema hema pirraniya aktor û aktrîstan ev film, pratîka yekê ya rolkirinê bûye û ji ber vê jî ev filmeke taybet e. Hevhilberînerê filmê Alba Satorra dibêje, “Ew ji bereya şerê li dijî DAIŞ´ê dihatin û di dema xwe ya vala de diçûn seta girtina dîmenên filmê. Gava ku dewleta Tirk êrişa dagirkeriyê li dijî Efrînê da destpêkirin, ev ji bo wan di warê manewî de gelekî zehmet bû. Ji ber ku wan dizanî hevrêyên wan dimirin. Wan ji me re digot, ew dixwazin herin şer bikin û ne rol. Ji bo me jî barekî giran ê manewî bû ku em wan li ser girîngiya vê filmê jî qaneh bikin. Û filmeke bi vî rengî awayekî din ê şerkirinê ye.”
NAVENDA NÛÇEYAN