Bi dehê salan e ku gelê me li Helebê bi zor û zehmetiyên mezin û bi keda milê xwe, jiyana xwe li ser hîmê xwîşk û biratiyê û jiyana hevbeş saz kiriye. 

Di dema şoreşê de jî tevahiya taxên Kurdan deriyên xwe ji hemû koçberên Heleb û derdora wê re vekir, niha jî nişteciyên ku li taxên Kurdan û bi taybetî jî yên li Şêxmeqsûd dijîn ji hemû pêkhateyên Sûriyeyê ne ku piraniya wan penaberan jî Ereb in.  Şêxmeqsûd, weke tax ciyê wê stratejîk e û hakimiyeta wê li ser tevahiya Heleb û derdora wê heye, dîsa jî li wir di warê civakî de modela Neteweya Demokratîk dikare bê avakirin ji ber ku ew der mozayîka çandan e, ya herî girîng jî di navbera Şehba û Efrînê de jî weke pirekê ye. 

Ji ber van sedeman jemûyan ji destpêka şoreşê ve, bi hewldanên dewleta Tirk, her xwestin şerê Kurdan û Ereban bidin destpêkirin. Jixwe sala 2012`an şerê Kurd û eşîra Begaran derxistin û hevala me Gulê Selmo şehîd bû. Paşê grupên bi navê Artêşa Azad û bi hevkariya hinek Kurdan li Eşrefiyê û Şêx meqsud êrişî ser gelê me kirin. Paşê ev plan hemû têk çûn, ji ber ku civakê di mayîna xwe di Şêxmeqsûd de israr kir. 

Vê carê jî bi taybetî piştî ku Hêzên Sûriyeya Demokratîk ji aliyê Efrînê ve Til Rifet, Minix û deverên derdora wan girtin, û herwiha Meclîsa Damezrîner a Federasyona Rojava-Bakurê Sûriyayê hat ragihandin, êrişên wan nû bûn. 

Serok-komarê Tirk Erdoxan çû Emerîkayê, li wir rastî eleqeyek baş nehat, dîsa ji ber ku polîtîkayên xwe yên di Sûriyayê de bibin ket, ji milekî ve êrişên hovane li pêş çavên cîhanê dibe ser gelê me li Bakurê Kurdistanê, ji milê din ve jî bi DAIŞ re ketiye nava itîfaqê ku gropên xwe ji herêmên ber sînor bikşînin û li şûna wan taburên Sultan Mûrad bi cî bike. Niha weke ku çawa ku ew li DAIŞ´ê dixîne, nîşan dide, lê di esasê xwe de cîhanê dixapîne û di navbera wan de lihevkirinek heye. 

Ji milê din ve jî Rêjîm xwe ji bo êrişa li ser Helebê amede dike, Rûs û 

Îran jî di vê operasyonê de destekê didin wê. Lê belê ya sosret ew e ku Koalisyona Navnetewî ku bi YPG`ê re di nava tifaqê de ye û di heman wextê de destûr daye Tirkiyeyê ku korîdorekê di ber sînorê Tirkiyê re ji Ezazê heya Helebê veke. Ev korîdor bi tabûra Sultan Mûrad û grupên Artêşa Azad ên girêdayî Koalisyona Sûriyê ve wê were vekirin. Ev jî tê kirin bi armanca ku Tirkiye di xaka Sûriyeyê de herêmeke tampon ava bike û Efrîn û Kobanê negihin hev. Hêzên Koalisyona Sûriyê jî bi awakî hovane bi ser gelê me yê li Şêxmeqsûd û Şehba de diçe, heya giha asta ku çekên kîmyewî jî bi kar anîn. Berpirsê Cebha Îslamî di vê derbarê de daxuyaniyek da û li xwe mikur hat ku çekên qedexe bi kar anîne. Lê dîsa jî cîhan tev bêdeng e, heya niha 170 welatiyên sivîl li Şêxmeqsûd jiyana xwe jidest dane. Wê demê pirsek wiha tê hişê mirov; gelo hêzên Koalisyonê bi Tirkiye û Rûsyayê lihevdu kirine. Ji milekî ve hewl didin ku li ser erdê li hêzên me bidin, wan herêman ji destê hêzên QSD bigrin, ji milekî din ve jî nehêlin em beşdarî hevdîtinên Cenevrê bibin, me li ber du tercîhan bihêlin, an em ê bi Rûsya û Îranê re beşdarî operesyona li Helebê bibin, an jî em ê teslîmî hêzên Koalisyonê bibin ku ew me tenê weke leşker bi kar bînin. 

Di nava vê planê de ENKS jî heye, ji ber ku wan xwe firotiye, bê şert û merc koletiyê ji hêzên navnetewî re dikin û beşdarî rijandina xwîna Kurdan dibin. Lê pêwîst e cîhan tev bizane, heya yek ji me dimîne, em ê ne dev ji projeya xwe ya Federasyona Demokratîk a Rojava-Bakurê Sûriyeyê berdin, ne jî em ê dev ji rizgarkirina xaka welatê xwe Rojava û Bakurê Sûriyeyê berdin. Li dervehiştina me ya ji hevdîtinên Cenevreyê konsepteke gîştî ye. Tevî wê jî wê têkoşîna me dewam bike.