Navenda Trafîkê ya taxa Şêxmeqsûd li bajarê Helebê 15’ê Îlona îsal bi awayeke fermî dest bi karê xwe kir. Tevde 27 endamên wê hene ku 3 jê jin in. Bi danan dixebitin û di her danî de 7 kes kar dikin. Danê yekem ji saet 8’ê sibê heta 3 ´yê piştî nîvrojê ye. Danê duyem ji 3 piştî nîvrojê heta 8’ê êvarê ye.
Endamê rêveber ê Navenda Trafîka Helebê Cîhad Xane diyar kir ku endamên trafîkê bi şev û roj bi erkên xwe radibin û hemû endamên wan perwerde bûne.
ANHA/HELEB