Ji bo vekirina dibistanan li taxê amadekarî tê kirin. 

Li ser daxwaza Buroya Perwerde ya taxa Şêxmeqsûd, Şaredariya Gel a taxê dest bi sererastkirin û paqijkirina dibistanan, kir.

Yek ji berpirsên Komîteya Rêveberiya Dibistanan a girêdayî Buroya Perwerde Alfet Hesen diyar kir ku par wan gelek zehmetî kişandin, wê demê ji bo ewlehiya mamoste û şagirtan 6 mehan dibistan hatin girtin. Hesen bal kişand ku wan dest bi amadekariyên vekirina dibistanan kiriye, navên xwendekaran qey dikin û got ku gelek şagirtên nû tên û navên xwe qeyd dikin.


ANHA / HELEB