Serokê Neweya Nû Şasiwar Ebdulwehîd ku pêr  bi biryara dadgeha Silêmanî hatibû girtin,doh  serbest hate berdan. Der barê Şasiwar Ebdulwehîd de 2 giliyên bi hinceta “heqaret li karmend û saziyên fermî kiriye” hatibûn tomar kirin. Şasiwar Ebdulwehîd doh li ser giliyê lê hatibû kirin îfade dabû û derbarê wî de li gorî qanûna cezayê ya Iraqê ya benda 229’an ku dibêje, “Herkesek ku heqaret li karmendek, berpirsek, yan jî dezgeheke fermî bike ceza digire” bi kefalet serbest hat berdan.

Doh ji bo şermezarkirina helwesta asayîşa herêmê gelek endamên Neweya Nû û  nûçegîhanên televîzyona NRT li ber dadgeha Silêmanî çalakî pêk anîn.Lê belê hêzên asayîşê êrişî wan kirin.Li gorî NRT TV, zêdeyî 30 kes hatine destgîrkirin.

Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê û Tevgera Isleh ya Iraqî nerazîbûn nîşana biryara dadgehê da û daxwaza serbest berdana bincavkirya kirin.

Ji dengên jîr û azad neraziye

Tevgera Azadî  helwesta hikumeta herêmê rûreşkir û got;Desthilata Kurdî ya li Herêma Kurdistanê li dijî hemû dengên jîr û azad neraziye. Bi hemû awayî hewl didin teslîm bigirin û yên jîr bêdeng bikin. Dixwaze bi bikaranîna qanûn û binpêkirina pîvanên demokrasiyê temenê desthilatiya xwe dirêj bike. Rojek navenda Tevgera Azadî digire, rojek din kanaleke ragihandinê digire û rojeke din jî rojnamvanan zîndanî dike.Weke Tevgera Azadî em daxwez dikin ku demildest bincavkirin werin azadi kirin. 

 ROJNEWS/SILÊMANÎ