
Li Başûrê Kurdistanê bajarê Silêmanî, saziyên çapemeniyê rojnamevan Denîz Firat a di dema şopandina êrîşên DAIŞ'ê de li Mexmûrê roja 8'ê Tebaxê jiyana xwe ji dest da, bibîr anîn. Bîranîn ji aliyê saziya medya ya bi navê Metro Center ve hat organîzekirin û li Parka Nalî pêk hat. Tevî rojnamevanan hevsera lîderê YNK'ê û Serokkomarê berê yê Iraqê Celal Talabanî Xêro Îbrahîm Ehmed û gelek siyasetmedar beşdarî çalakiyê bûn.
Ji bo me hemûyan mînak e
Ji rêveberên Metro Centerê Rahman Xerîb got, "Denîz ji bo me hemûyan derseke" û wiha axivî: "Ya rast Denîz ji bo tevahiya Kurdan derseke. Ew miroveke divê mînak bê girtine . Neçar ma ji Bakurê Kurdistanê ji Wanê koçî Başûrê Kurdistanê bike. Lê belê li vir jî têkoşîna Kurdistanê bi biryardarî meşand. Denîz cudahî nexist navbera Bakur-Başûr û têkoşiya. Û ji bo êrîşa terorîst a çeteyên DAIŞ'ê li hemberî Başûrê Kurdistanê ragihîne ji tevahiya cîhanê re, bi ser mirinê de çû. Em li pêşberî bîranîna wê bi rêzdarî bejna xwe ditewînin."
Di merasîmê de li ser navê rojnameya heftane ya Mexmûrê "Rojev" a ku Denîz Firat Berpirsyara Giştî ya Weşanê bû, rojnameya Çetir a li Başûrê Kurdistanê weşanê dike û kovara jinê ya Trukse daxuyaniyeke hevpar hat xwendin.
Hevalên Denîz ên kar soza dilsoziya bi bîranîna wê re dan û ev xal destnîşan kirin: "Denîz roja 8'ê Tebaxê li eniyeke lê şerê dijwar diqewimî, di encama êrîşa çeteyên DAIŞ'ê de ji ber parçeyên şarapnelê li dilê wê ket tevlî karwanê şehîdên çapemeniya azad bû. Em ê têkoşîna Denîz a ronîkirinê ji cihê mayî dewam bikin. Jİ bo êrîşên li hemberî Kurdistanê ji cîhanê re ragihîne, agahiyên rast li dîrokê qeyd bike Denîz li pêş me hemûyan bû. Meşa di rêya wê de, wê bibe pratîka me ya herî rast a dilsoziya bi Denîz re.
Li hemberî yên Denîz qetil kirin, yên Kurdistan dagir kirin bersiva me ya herî mezin wê di asta herî bilind de meşandina têkoşîna Denîz be. Kamera û pênûsa Denîz wê ti carî li erdê nemînin. Rewşa li Mexmûrê wê ji niha û pê ve bi awayekî herî objektîf ji kameraya Denîz ji cîhanê re bên ragihandin. Weke hevalên wê yên xebatê em ji gelê Kurd û çapemeniya Kurd re sersaxiyê dixwazin û careke din soza xwe dûbare dikin ku di kesayetiya Denîz de em ê têkoşîna şehîdên çapemeniya azad di asta herî bilind de bimeşînin."
Di bîranînê de ji Parlamenterên Başûrê Kurdistanê Şêrko Heme Emîn, Abdurrahman Elî Riza, li ser navê Yekîtiya Rojnamevanên Kurdistanê Kemal Raûf û nûnera REJAK'ê axivîn.
Bîranîn bi pêxistina findên ji bo bîranîna Denîz bi dawî bû.
ANF/SILÊMANÎ