
Li herêma Kurdistanê bajarê Silêmaniyê bi tevlibuna dehan partiyên siyasî, saziyên civakî, kesayetên navdar û gelê navenda bajarê Silêmaniyê û derdorê wê çalakiya şermezar kirina 3 siyasetmedarên Kurd bi meşê hate şermezar kirin. Çalakiya ku li ber Baxê Giştî yê bajêr destpêkirî bi sloganên ‘Şehîd Namirin’, ‘Bijî Bizava Rizgarîxwaza Kurdistan’, ‘Jin Jiyane’, ‘Bijî Serok Apo’ heta ber Mizgefta Mezin ya bajêr meşiyan. Dema ku meşa çalakgeran gihiştî ber Mizgefta Mezin di derbarê bûyerê û şermezarkirina bûyerê de daxuyaniyên partiyên siyasî û saziyên civakî hatin xwendin.
Di naveroka hemû daxuyaniyên partî û saziyên civakî de komkujiya yek jê sazûmankara PKK’ê Sakîne Cansiz, nûnera KNK ya Parîsê Fîdan Dogan û endama Tevgera Ciwanan Leyla Şaylemez hate şermezar kirin. Her wiha dilsoziya xwe jibo şehîdên Kurdistanê bitaybet jibo 3 şehîdên jin kû li paytexta Parîsê hatine qetilkirin anîn dan diyar kirin. Di hemû daxuyaniyên hati dayîn de ji dewleta Fransa hate xwestin ku bi awayek cidî li ser vê bûyerê bisekine û di demek herî kurt de kesên komkujî pêkanî aşkere bike. Piştî li cihê çalakiyê daxuyaniyên çapemeniyê hatin xwendin çalakvan bi avêtina sloganan belav bûn. Partiyên ku tevli çalakiyê şermezar kirinê ya komkujiya siyasetmedarên Kurd bûne evin: PÇDK, Yekgirtoyî Îslamî Kurdistan, Bizûtnewey Goran, Hizba Zehmetkêşên Kurdistan, Komeleya Îslamiya Kurdistan, Hizba Sosyalîsta Demokrata Kurdistan, Hizbî Ayendey Kurdistan, Partiya Parêzgaranî Kurdistan, Partiya Neteweyî Kurdistan, Hizbî Pêşkewtinxwazî Demokrata Kurdistan.
Li Hewlerê meş
Rêxistinên jinan ên Hewlêr bi armanca şermezarkirina qetilkirina 3 siyasetmedarên Kurd ên jin li ber balyozxaneya Fransayê daxuyanî da çapemeniyê. Rêxistina Jinên Azadixwaz ên Kurdistan (RJAK) jinên endamên Tevgera Hemwelatiyên Azad û Yeksan tevli daxuyaniyê bûn. Li ber Balyozxaneya Fransa ya Hewlêrê li ser navê jinan Rojnamevan Şîlêr Bapîrî daxuyanî xwend.
Bapîrî, diyar kir ku jinên Hewlêrê qetilkirina 3 siyasetmedarên Kurd ên jin şermezar dikin û wiha got: "Ev komkujiya li ser 3 siyasetmedarên Kurd ên jin bûyerek pir bi êşe û bûyerkî hov e. Em piştgiriya xwe ji bo rêya tekoşîna 3 gulên Kurdistanê didîn diyar kirin û vê bûyerê bi awayek herî tund şermezar dikîn." Bapîrî, anî ziman ku sûîqesta li hemberî Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez li hemberî tevayî jina Kurd û tevgera azadixwaz pêk hat. Bapîrî, da zanîn ku divê demildest kujer bên dîtin.
Piştî daxuyaniya çapemeniyê heyeta ji 3 kesan pêk dihat bi Sefîrê Fransa yê Hewlêre hevdîtin pêk anîn. Piştî hevdîtinê Hîndekara Zanîngeha Hewlêrê Prof. Dr. Şûkriye Îbrahîm derbarê hevdîtinê de axivî û wiha got: “Me di derbarê qetilkirina 3 siyasetmedarên Kurd de nerazîbûna xwe ji wana re anî ziman û me ji wan xwest kû pêwîste di demek kin de kujer werin eşkere kirin. Sefîrê Fransa yê Hewlêrê jî anî ziman kû ew ji bo vê bûyerê gelek xemginin kû li welatê wan Fransa çêbuye. Sefîrê Fransî ji me re behsa dostaniya Kurd û Fransiyan kir û da diyar kirin ku 'tu hêz nikarin dostaniya gelê Kurd û Fransiyan xirap bikin. Bi vê bûneyê ji bo eşkerekirina kujerên 3 siyasetmedarên Kurd tişta ji destê me û dewleta me tê em ê bikin.'” Daxuyanî bi slogana "Şehîd namirin" bi dawî bû.
SILÊMANÎ/HEWLÊR
Jinên ciwan li dijî komkujiyê meşiyan
Li bajarê Amûdê jinên ciwan bi armanca şermezarkirina komkujiya Parîsê û xwedîderketina her sê jinên Kurd ên siyasetmedar Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ku di komkujiyê de hatin qetilkirin meşek li dar xistin.
Meş li ber Navenda Ciwananên Şoreşger a Amûdê bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Piştre jinên ciwan berê xwe dan qada Şehîd Cîhad. Li qada Şehîd Cîhad Endama Tevgera Ciwanên Şoreşger Jiyan Dêrik axivî û diyar kir ku dijminên gelê Kurd têkçûna xwe bi van komkujiyan dixwaze veşêre. Dêrik anî ziman ku gelê Kurd bi berxwedan û vîna xwe li Serêkaniyê bi ser ket û wiha got: “Komkujiyên bi vî rengî hovane, nikare hêz û vîna me bişkîne û em ê tu çarî serê xwe ji komkujiyên wihare netewînin.”
Dêrik da zanîn ku ev destên qirêj bi van kiryarên xwe dixwazin hevdîtinên ku bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û dewletê vale derbêxin û wiha bi dawî kir: “Bi van komkujiyan dixwazin hevdîtinên bi ser nekevin û pirsgirêka Kurd çareser nebe. Em dixwazin hikmeta Frans di demek kin de kujerên vê komkujiya Parîsê aşkere bike. Divê hemû jinên ciwan tevli xebatên xwe bi rêxistinkirinê bibin û hêza xwe nîşan bidin.”
AMÛDÊ