
Daxuyanî bi deqîqeyek rêzgirtinê destpê kir. Peyam ji aliyê rêxistinên PJAK, malbatên siyasî yên zindanan, kongreya netewî, komeleya mafê mirovan a Ewrûpa, komela gencanî welatparêz, penaberên binarî Qendîl hat xwendin.
Li ser navê PJAK’ê Emer daxuyanî xwend û da diyar kirin ku, 2 endamên partiya wan ji aliyê komara Îslam a Îranê ve di 26 Cotmehê hatine darvekirin. Emer got: “ Komara Îranê di van demên dawî de li beramberî gelê Kurd, taybet beramberî partiya me PJAK êrîşên xwe zêdetir kirine.”
Emer bal kişand ser ku, li rexmî rêxistina me agirbest îlan kiriye jî rejima Îranê qet êrîş û zextên xwe li ser gelê Kurd kêm nekirine. Wan wek PJAK hewilda bi awayek herî baş agirbest bimeşe, demokrasî pêk were, wek her car wan fedakari kiriye.
Di daxuyaniyê de bang li hemû gelê Kurd hate kirin ku, li dijî êrîş û darvekirinên rejima Îranê bêdeng nemînin, her cihê ku lê ne pêwîste dengê xwe bilind bikin.
Çalakiya şermezarkirinê bisloganên “Şehîd namirin”, “PJAK tolhildan” bidawî bû.
Ji PÇDK û Tevgera Goran meş
Darvekirina siyasetmedarên Kurd Gulperîpûr û Îsmaîl ji aliyê rejîma Îranê ve, li Qeledizê bi meşekê hat şermezarkirin. Di meşê de, ji ber astengkirina hatina Hevserokê PYD'ê Salih Muslim ji bo Başûrê Kurdistanê, PDK hat protestokirin.
Li Başûrê Kurdistanê bajarê Qeledizê, bi armanca şermezarkirina darvekirina siyasetmedarên Kurd Hebîbûllah Gulperîpûr û Riza Îsmaîl bi pêşengiya PÇDK û Tevgera Goran doh meşek hat lidarxistin.
Girseya gel di meşê de wêneyên Gulperîpûr û Îsmaîl hildan û pankarta bi nivîsa "Ez Kurd im Kurdistanim" hat vekirin. Piştî meşa li nava bazarê de, li baxê giştî daxuyaniyek li çapemeniyê hat dayîn.
Endamê Komeleya Ciwanên Welatparêz a Kurdistanê Bişter Hemed Emîn daxuyanî da û bal kişand ser darvekirina siyasetmedarên Kurd ji aliyê Îranê ve û helwesta PDK'ê ya di dema dawî de rê li ber nerazîbûneke mezin vekiriye.
Emîn da xuyakirin ku Komara Îslamî ya Îranê bi darvekirinan dixwaze gelê Kurd bitirsîne û got, "Gelê Kurd ne bi sêdarê ne jî bi kuştinê nayê tirsîn. Kurd wê ti carî serê xwe netewîne û her tim li soza xwe xwedî derkeve. Mînaka vê jî şehîd Hebîbûllah Gulperîpûr û Riza Îsmaîlî ne. Herdu şehîdan serê xwe li ber dijmin netewandin û xwedî li vîna xwe derkevin."
Emîn diyar kir ku li Rojavayê Kurdistanê jî li dijî gelê Kurd bi girtina deriyên sînor û ambargoyê planek dijber tê temaşndin û bal kişand ser helwesta Partî Demokratî Kurdistan (PDK) ya di vê mijarê de.
Emîn diyar kir ku girtina deriyê sînor li Hevserokê PYD'ê Salih Muslim bi ti awayî xizmetî ji gelê Kurd nake û ev helwesta PDK'ê bi tundî şermezar kir.
Çalakî bi xwendina helbesta ji aliyê ciwanekî Kurd ve bi dawî bû.
Li Bazîdê amadekariya meşê
Rêxistina BDP'ê ya Bazîdê, bi boneya darvekirina Kurdan a ji aliyê rejîma Îranê ve şermezar bike dê di 5'ê Mijdarê de bimeşin deriyê Sînor ê Gurbulakê yê Agiriyê.
Rêxistina BDP'ê ya Bazîdê bi boneya darvekirinên ciwanên Kurd ên ji aliyê rejîma Îranê ve pêk tê şermezar bikin, dê di 5'ê mijdarê de meşa li ser sînor pêk bînin. Piştî di 27'ê Cotmehê de li Urmiyê ciwanên Kurd Hebibulah Gulperipur û Selmasta Rıza İsmail Mamedî ji aliyê Rejima Îranê ve hatin dervekirin, rêxistina BDP'ê ya Bazîdê biryara meşa li ser sinor da. Rêxistina BDP'a Bazîdê diyar kir ku dê di 5'ê Miejdarê de bimeşin Deriyê Sînor ê Gurbulakê. Têkildarî mijarê Hevserokê BDP'a Bazîdê Cemil Rizaogullari ani ziman ku ew dê bi tevlêbûna hemû rêxistinên li serherê meşek girseyî pêk bînin û darvekirinên ciwanên Kurd şermezar bikin. Rizaoglu, anî ziman ku dê saet di 13.00'ê 5'ê mijdarê de li ser Sînorê Gurbulakê çalakî pêk bînin û bang li her kesî kir û xwest tev li çalakiyê bibin.
SILÊMANÎ/QELEDIZE/AGIRÎ
Polîtîkaya îdam û zextê didome
Hat hînbûn ku girtiyekî din ê Kurd ê ji bajarê Urmiye yê Rojhilatê Kurdistanê ji aliyê Komara Îslamî ya Îranê ve hat darvekirin. Îranê di nava hefteyekê de 3 girtiyên Kurd bi darve kir.
Li gorî ajansa nûçeyan a Kurdpa, duh girtiyê Kurd ê bi navê Mele Rehîm Reşîdî yê ji gundê Ceter ê girêdayî bajarê Urmiye ji aliyê Îranê ve hatiye darvekirin. Herwiha li gel Mele Rehîm du kesên din jî hatine darvekirin.
Rehîm Reşîdî 50 saliye û bavê 5 zarokan bû. Ev 4 sal bû li girtîgeha navendî ya Şîraza dihat girtin. Tê gotin ku Reşîdî ji ber sûcê bikaranîna maddeyên hişber dihat tawanbar kirin û bi heman sedemê hatiye darvekirin. Li gor agahdariyên heman ajansê, niha 5 kesên din bi cezayê darvekirinê hatine ceza kirin. Ew kes ji bo girtîgeha takekesî hatine veguhestin û ji wan re ragihandine ku, wê îşev ew jî werin darve kirin.
Hat ragihandin ku cezayê darvekirinê ji bo 4 girtiyên din ên siyasî yên Kurd, ku li girtîgeha navendî ya Urmiyê dimînin hatiye birîn.
Cezayê îdamê hate erêkirin
Dadgeha Bilind a Îranê cezayê darvekirinê yê li siyasetmedarê Kurd ê bi navê Mansûr Arwend hatibû birîn, erê kir. Li gorî agahiyên hatin bidestxistin, cezayê darvekirinê yê der heqê Mansûr Arwend de hatiye dayîn ji aliyê Dadgeha Bilind ve hatiye erêkirin. Fikar û guman hene ku Arwend di her kêliyê de bê darvekirin.
Arwend li girtîgeha Ûrmiyê ya li Rojhilatê Kurdistanê tê ragirtin. Lİ gorî hin çavkaniyan, li vê girtîgehê ji 29'ê Cotmehê û vir ve 11 girtî hatine darvekirin.
Mansûr Arwend, beriya du salan bi hinceta ku ku bi rêxistineke Kurd re hevkarî kiriye li Mahabadê hatibû girtin.
Ji bo siyasetmedarê Kurd 15 sal ceza
Dadgeha Bilind a Welat a Rejîna Îranê cezayê 15 salan ê welatiyê Kurd ê siyasetmedar Simko Xilqetî, erê kir.
Siyasetedarê Kurd Simko Xilqetî ku rastî 15 sal cezayê zindanê hatibû cezayê wî ji aliyê Dezgeha Dadeweriya Hukûmeta Îslamiya Îran ve bi tometa moharibê, endametî Partên Kurdên, hatibû mehkûm kirin. Simko Xilqetî, roja 28'ê Cotmeha 1988 li şarê Irakê hate girtin û paşî çend roj bandor û îşkencê, hevpeyvina vî li Press Tv a ingilîsî ziman hate weşandinê. Xilqetî ku bavê zarokekî ye, hêj li girtîgeha Recayî Şehra Kerc de girtî ye û 35 saliye.
NAVENDA NÛÇEYAN
Zarokê 15 salî qetilkirin
Hêzên rejîma Îranê li herêma Serdeşt ya Rojhilatê Kurdistanê zarokê Kurd yê 15 salî bi hinceta ku bazigraniya sînor kiriye, înfazkirin.
Li gorî agahiyên hatine bidestxistin di 30 cotmehê de saet di 17.00’an de li sînorê di navber Serdeşt û Başûrê Kurdistanê de ye, zarokê Kurd yê bi navê Mewlud Hemzeyî ku malên bazirganiyê dibir, ji aliyê hêzên Îranê ve hat kuştin.
Hat hînbûn ku Hemzeyî qeydê nifûsa gundê Qelereşê ya girêdayê Serdeştê ye. Li gorî çavkaniyên li Rojhilatê Kurdistanê weşandê dike 7 kaçaxvan hatine kuştin.
NY’ê hefteya borî rapora der barê binpêkirinên mafan yên Îranê de raporek aşkera kir û da zanîn ku bi hinceta kaçaxvaniyê dikin 70 Kurd hatine kuştin û 68 jî birîndar bûne. Hat hîn bûn ku ev mirin li herêmên Urmiye, Sîne û Kirmaşanê pêk hatine.
Her wiha di raporê de li ser mayînên dij personel ku ji aliyê peymanên navnetewî li Kurdistanê hatine qedexkirin jî sekin û da zanîn ku li herêma Erebakincî ya eyaleta Kuzîstan , Urmiye, Sîne, Kirmaşan û Îlamê 20 mîlyon mayîn hene. Di van mayînan de rojê du kes dimirin û ji sedî 40’ê wê di bin temenê 14’yî de ne.
ANF bi salane balê dikişîne ser înfazan. Rejîma Îranê her sal bi dehan kesî li sînor qetil dike. Li gorî Komeleya Mafê Mirovan a Îranê di 2012’an de 37 kes hatine qetilkirin. Lê wisa tê texmîn kirin ku hejmar rast cudaye.
SERDEŞT