Bajarokê Çemçemal aSilêmaniyê, weke paytexta enfalê û şehîdan tê nasîn. Lê, ciwanên Çemçemalê gilîdarin ku cihek wan ê bêhnvedan û darbaskirina wextê xwe nîne. Rêveberiya rewşenbîrî û hûnerî ya Çemçemalê jî sedema ne kirina xizmeteke baş ji bo sazkirina cihên hevbeş yên ciwanan bi qeyrana aborî ya li Başûrê Kurdistanê ve girêdide.

Werzîşkarê ji Çemçemalê Semed Mihemed têkildarî mijarê ji ajansa RojNews’ê re axivî û got: “Bajarokê Çemçemalê weke paytexta şehîdan û enfalkiriyan tê nasîn lê, heya niha jî cihek nîne ciwanên deverê bikarin wextê xwe lê derbas bikin. Mixabin ciwanên Çemçemalê ji ber westandinê û nebûna cihekî taybet ji bo wan, diçin derve û bajarê Silêmaniyê ku li wir park û cihên xweş hene.”

Sedemên koçkirinê ne

Mihemed  diyar kir ku divê girîngî bi ciwanên Çemçemalê were dayîn, ji ber ti tiştekî wan ji ciwanên bajarên din kêmtir nîne û got: “Heya niha li vir ciheke lîstikên werzîşê jî nîne ku ciwan piştî kar û xwendinê biçinê û wextê xwe lê derbas bikin. Ev kêm û kurtiyên hene dibin sedem ku ciwan berê xwe bidin derve.”

Rojnamevan Yadîgar Teha ku ji Çemçemalê ye jî têkildarî mijarê axivî û got: “Hikûmeta Herêma Kurdistanê nekariye cihek yan jî navendek ji bo ciwanan çêbike, da bikarin qabiliyet û hunerên xwe pêşbixin. Ji ber nebûna van navendan gelek caran ciwan bi neçarî berê xwe didin bajarên din. Di heman demê de cihên ku ciwan lê bicivin, nîqaş bikin jî tine ne. Ev jî ji xemsariya hikûmeta herêmê tê.”

Rêveberiya rewşenbîrî û hûnerî ya Çemçemalê diyar kir ku biryar bûye ku navendek werzîşê û ciwanan li Çemçemalê were vekirin. Lê, ji ber qeyrana aborî û ne tayînkirina karmendan nekarîne vê navendê vekin û got: “Ev daxwaza ciwanan daxwazeke rewaye. Lê, qeyrana aborî nahêle ku em van daxwazên ciwanan pêkbînin.”  


AŞTÎ HEWRAMÎ / ROJNEWS / SILÊMANÎ