
Li bajarê Silêmanî yê Başûrê Kurdistanê di çarçoveya kampanya komkirina îmzeyan a ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî herî kêm 135 hezar îmze hatine berhev kirin.
Kampanya ku li qada navnetewî tê birêve birin, lingê wê yê Başûrê Kurdistanê jî meha Gulanê destpêkir. Tenê li Başûrê Kurdistanê tê hedefkirin ku 1 milyon îmzeyan kom bikin. Di nava kesên îmze avêtin de Serokwezîrê Herêma Federal ya Başûrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, gelek rayedarên hikumetê û nûnerên partiyên PDK, YNK û Goran jî hene.
Li Deriya Sera û Mizgefta Gewre ya Silêmaniyê standê îmzeyan hatine vekirin. Endamê komîteya kampanyayê Wehap Ehmed da diyarkirin ku, rûniştvanên bajar eleqeyek mezin nîşanî kampanya îmzeyan didin û got: “Em bawer dikin ku, hedefa 1 milyon îmze dê di wextê wê de kom bibin. Heta niha tenê li Silêmaniyê 135 hezar îmze hatine berhev kirin.”
Ehmed destnîşan kir ku, “Li bajar û navçeyên din jî heman eleqe berdewam dike. Di her kesimek yê civakê de hişyariyek mezin tê dîtin. Em vê netenê ji bo komkirina îmzeyan dibêjin. Ev di heman demê de nîşan dide ku gelê Kurd di nirxên hevpar de têne gel hev.”
Ji Mamostayên ayînî destek
Li navçeya Diyana mamostayên ayînî yên girêdayî Wezareta Ayînî ya Herêma Kurdistanê jî ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî îmza avêtin. Mamostayên ayînî yên navçeya Diyana ji DÎHA'yê re axivin. Mamostayan bang li hemû gelê Kurd kirin ku ji bo azadiya Ocalan bi kevin nava seferberiyê û ji dewleta Tirk û Hikûmeta AKP’ê xwestin ku Ocalan di nava demek kin de ji zindanê derxin.
Mamostayan daxwaz ji gelê Kurd û aliyên demokrat xwestin ku ji bo azadiya ocalan bibin yek deng û kampanya ku bi vê armancê li Ewrûpa, Rojhilata Navîn û Qafqasan hati destpêkirin bi awayek bilez bigihînin armanca xwe. Mamostayan beşdarbûna vê kampanyayê jî ji gelê Kurd re wek erkek netewî û ayînî nirxandin. Mamostayek ayînî têkildarî zimanê Kurdî wiha axivî: “Di Qur’ana pîroz de yezdan dibêje her gelek xwedî zimanek xwe yê pîroze. Mafê wan yê herî rewa ye kû bi zimanê xwe binivisin, bixwînin û baxivin. Lewra têkoşîna kû gelek jibo bidestxistina zimanê xwe û mafên xwe yên rewa yên netewî bide, di ola îslamê de erkek yê olî ye û pîroze. Jibo vê jî pêwîste hemû Kurd xwedî li rêber, çand, ziman û mafên xwe yên netewî derkevin.”
Rêveberê Mamostayên Ayînî yê navçeya Diyana Mamosta Weysî Seîd têkildarî kampanya îmzayan ya ji bo azadiya Ocalan nêrînên xwe wiha anîn ziman. “Ez bi awayek keyfxweş beşdarî vê kampanya ji bo azadiya Ocalan û girtiyên siyasî hatiye destpêkirin bûm. Îmza avêtina ji bo Birêz Ocalan ez wek erkek netewî û xizmetek ji hebûna netewa Kurd re dibinim ji bo vê jî pêwîste her Kurdek vî erke xwe yê netewî û nîştîmanî bi awayek herî zelal û ji dil pêkbîne.” Herwisa Saîd da diyar kirin kû pêwîste dewleta Tirk birêz Ocalan ji zindanê azad bike û bê di nav gelê xwe de bi awayek azad rêbertiyê bike.
Partiyên siyasî jî tevlî kampanyayê bûn
Li bajarê Qamişlo Komîta Têkiliyên dîlomasî ya Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) û şandeyek ji Komîteya Însiyatîfa Azadiya Ocalan serî li navendên Partiya Yekîtî ya Kurd, Partiya Yekîtî ya Demokrata a Kurd li Sûriyê û Kombenda Ciwanên Sûriyê Dayîk a Suryaniyan, dan.
Sekreterê Partiya Yekîtiya Kurd, Ibrahîm Biro ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd imze da û diyar kir ku Ocalan sembola gelê Kurd e û azadiya Ocalan û hemû girtiyên siyasî wê bibe serkeftineke mezin ji tevahî gelê Kurd re.
Cîgirê serokê Partiya Yekîtî ya Demokrata a Kurd li Sûriyê, Mistefa Meşayix û gelek endamên partiyê jî imzeyên xwe dan.
Ji Kombenda Ciwanên Sûriyê Dayîk a Suryaniyan, sekreterê Kombendê Fîlîp Şemon, ji rêvebiran jî Nahîra Mîrza ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan Imze avêtin.
SILÊMANÎ/DIYANA/QAMIŞLO