Bi pêşengiya gelek sazî û rêxistinên bajarê Silêmaniyê li dij êrîşên çeteyên DAIŞ ên li dijî kantona Kobanê û piştgiriya ji berxwedana Kobanê re xwepêşandanek bi girseyî hat lidarxistin. Bi sedan kes li ber Baxê Giştî heta dergehê Sera meşiyan. Di xwepêşandanê de gelek peyam û daxuyanî ji bo piştgiriya berxwedana Kobanê hatin xwendin.Di daxuyaniyan de ji Parlamentoya Başûrê Kurdistanê hat xwestin ku ji bo desteka ji Kobanê re di demek nêz de bikeve nava liv û tevgerê.

SILÊMANIYÊ