Birêveberê Giştî yê Rewşenbîrî û Hunerî yê Silêmaniyê Ebas Ebdilrezaq, der barê mîhrîcanê de agahî dan û diyar kir ku niha hemû amadehî qediyane û ew li benda gihîştina kom û mêvanên mîhrîcanê ne.Ebdilrezaq aşkera kir ku di mîhrîcanê de 20 komên ji 12 welatan beşdar in, ji bilî başûrê Kurdistan, Besra her yek ji Poloniya, Kuweyt, Brazîlya, Misir, Swêd, Yewnanistan, Îran û Qibrisê digel çend welatên din beşdar in. Sekreterê mîhrîcanê Hîwa Reûf jî destnîşan kir ku dê sibehê çend kom bigihîjin Silêmaniyê, ji bilîmrasîmên li Kelarê, biryar e çend pêşandan û performansên sema û dîlanê li bajar û nahiyeyên derdora Silêmaniyê û li Hewlêrê jî bêne pêşkêşkirin. Reûf diyar kir ku butceya Mîhrîcanê 250 milyon Dînarê iraqî ye.
Şeva çîrokan
Li Silêmaniyê çalakiyên hunerî bi Mîhrîcana Navdewletî ya Çanda gelan ve bi sînor nîn e. Her wiha Komeleya Yekitiya Nivîskarên Kurd a Silêmaniyê şeveke ji bo çîrok, berhem û jiyana çîroknivîsê kurd ê koçkirî Muherem Mihemed Emîn li dar xist. Şeva bêhempa, li Salona Odeya Bazirganî ya Silêmaniyê di bin navê “helwest û dahênan, nemiriyê dixulqîne” de hate sazkirin. Di şevê de, Berpirsê Komeleya Yekitiya Nivîskarên Kurd a Silêmaniyê Şêrko Ebdila gotara yekitiyê xwend, piştre Cîhan Omer jiyanameya Muherem Mihemed Emîn xwend.
SILÊMANÎ