Li Bajarê Başûrê Kurdistanê Silêmaniyê Festîvala Surna ya Mûzîkê dest pêkir. Rêxistina Niwêger festîval organîze kir û festîval wê 2 rojan dewam bike.

Di destpêka festivalê de yek ji amadekarên festivalê, Herdî Semîr malavahiya kesên hazir kir. Herdî got, divê zêdetir kar ji bo hûnerê resen yê Kurdî were kirin.

Paşê  peyama Rêveberiya Rewşenbîrî û Hûnerî ya Silêmaniyê  hat xwendin. Di peyamê de piştgiriya festivala di xizmeta hunerê Kurdê de hat kirin.

Di roja yekem a festivalê de 6 komên muzîkê û dengbêjiyê berhemên xwe pêşkêş kirin.

Piştî axaftinan li gorî bernameyê berhemên hûnerî hatin pêşkêşkirin. Festival îro jî dewam dike.

 

ROJNEWS/SILÊMANÎ