Li bajarê Başûrê Kurdistanê Silêmaniyê 4’emîn fûara pîrtûkan hate vekirin. Di fûarê de 20 pirtûkên nû hatin nîşan kirin û wê 6 xelat jî bên dayîn.

Li Silêmaniyê doh 4’emîn fûara pîrtûkan hate vekirin. Wê fûara pirtûka 5 rojan berdewam bike. Di vekirina fûarê de, Berpirsê Navenda Çap û Bilavkirinê ya Endîşe Hejar Mecîd, Nivîskarê Pirtûka Nameyên Şêrko Bêkes, Kamûran Subhanî û Wergerê Pirtûka ‘Jiyana Min’ Rêbwar Mihemed axivîn. Endêşe di fûarê de 20 pirtûkên nû pêşkêşî xwendevanan kirin.

 Piştî axaftinan jî Koma Mûzika Endîşe çend parçe muzîk pêşkêş kirin. Piştre jî nivîskaran pirtûkên xwe ji xwênerên xwe re îmzekirin.

3 rojan li SIlêmanî û 2 rojan jî li Hewlerê

Berpirsê Ragihandina Navenda Çap û Belavkirinê ya Endîşe Aram Sedîq axivî û got: “Wê ev fûar 5 rojan berdewam bike. Wê 3 rojan li Silêmaniyê bidome û 2 rojan ji li Hewlêrê. Emê di roja 3’emîn de 6 xelatan bidin. Wê xalat bên dayîna helbest, çîrok, roman, werger û lêkolîna. Wê sê nivîskarên Silêmaniyê û sê yên Hewlêrê xelatan bigrin.”

 Sed nameyên Şêrko Bêkes

Berpirsê Navenda Endîşe Heja Mecîd der barê fûarê de nêrînên xwe wiha anîn ziman: “Em hemû ligel hêviyan mezin dibin û ligel hêviyan jiyan dikin. Pirtûk hêviyê ji bo mirovan tîne. Bila em hemû werzan ligel pirtûkan jiyana xwe berdewam bikin.”

Piştre jî nivîskar Kamûran Subhanî diyar kir ku îro (doh) beşê yekem yê pirtûka nameyên Şêrko Bêkes tê bilav kirin ku nêzî sed nameya nin.

 Nivîskara ciwan, Şênê Şiwanî jî li ser xebatên xwe wiha anî ziman; “Heya niha min 2 pirtûk ji zimanê Îngilîzî wergerandine Kurdî. Herî dawî min pirtûka ‘Xewna Mişkan û Zilaman’ wergerand. Min li Kurdistanê jiyan kiriye û li Kurdistanê fêrî Îngilizî bûme.”

 Navenda Çap û Belavkirinê ya Endîşe ji sala 2012’an ve hatiye damezrandin. Heya niha zêdeyî 250 pirtûk çap kirine.


DANA OMER  / ROJNEWS / SILÊMANÎ