Di konferansê de pêşniyar hat kirin ku li Silêmanî peykerê şoreşgera Kurd Sakîne Cansiz bê çêkirin. Konferans li Hotêl Silêmanî Palasê bi dirûşma "Sakîne, Fîdan û Leyla cewhera têkoşîna aştî û azadiyê ne" bi beşdariya 400 siyasetmedar, nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl, rewşenbîr, nivîskar û rojnamevanan pêk hat. Konferansê bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna hemû cangoriyên Kurdistanê destpê kir û piştre dokûmanterek li ser jiyan û serpêhatiya yek ji damezrînerên PKK'ê Sakîne Cansiz hat nîşandan. Axaftina vekirinê ya konferansê ji aliyê Endama Encumena RJAK'ê Sînor Kerîm ve hat kirin. Sînor Kerîm di axaftina xwe de derbarê komkujiya Parîsê de agahî dan û paşî derbarê tekoşîn û jiyana 3 jinên Kurd yên têkoşer de agahî dan. Kerîm got, “Pêwîste em di rêya vê konferansê de hemû heza xwe bikin yek da ku em bikaribin peyamên wan jinên şoreşger bighînin cihê xwe û em encamekî baş derxînin.”


Cangoriyên meha Çile
Hevseroka Partiya Çareseriya Demokratîk a Kurdistanê (PÇDK’)ê Necîbe Omer jî di konferasê de bi xêr hatina mêvanan kir û got: “terorkirina hersê jinên kurd ên şoreşger, êrîşa li ser tevahî gelê kurd, jinên kurd û têkoşîna demokratîk û neteweyî ye.” Omer diyar kir ku di vê mehê de gelek kesayetên mezin û xwedî helwesta neteweyî di encama erîşên dagirkeran de jiyana xwe ji dest dane û axaftina xwe wiha dewam kir: "Di 9'ê Çileya 2013'an de li Parîsê komkujî pêk hat, di heman demê de di van rojan de nivîskara jin û çalakvan Ehlam Mensur jiyana xwe ji dest da. Her wiha di vê mehê de herdu endamên Partiya Jiyana Azad PJAK’ê Husên Xizrî û Fesîh Yasemînî ji aliyê Komara Îranê ve hatin dardekirin."

Jin bû xwedî îrade

Mamosteyê Zanîngeha Duhokê Doktor Kamûran Berwarî jî axaftinek kir û got, “Di serî de ez şoreşa Rojavayê Kurdistanê ji dil û can pîroz dikim. Cara yekeme ku di Rojhilata Navîn a paşketî ku em niha tê de dijîn, gelekî paşketî weke gelê kurd de, tevgereke azadiyê a gelê kurd derdikeve û tê de jinên xwedî îrade, cesaret û fikreke azad weke Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez peyda dibin û di astek herî bilind de têkoşînê ji bo azadiya hemû neteweyan didin meşandin."

Peykerê Sakîne Cansiz
Her wiha piştî axaftinan peyamên ku ji partiyên siyasî û ji rêxistiNên civakî yên sivîl hatibûn hatin xwendin. Piştî ku peyam bi dawî bûn, çend helbstvanan hestên xwe ji bo jinên şoreşger ên kurd bi helbestan anîn ziman. Di dawiyê de jî axaftina encama koneransê ji aliyê Şîlan Şakir ve hate kirin. Şîlan Şakir anî ziman ku ew bi beşdariya hemû mêvanan kefxweşin û pêşniyara peykera jina şoreşger Sakîne li bajarê Silêmaniyê were çêkirin hatiye kirin.

SILÊMANI